Jin wê ji bo Meşa Şeva Femînîst a 23’yemîn, li Siraselvilerê bên ba hev

Jinan li dijî biryarên qedexeyê yên qeymeqamtiyê, ji bo Meşa Şeva Femînîst a 23’yemîn bang li hemû jinan kir ku di saet 19.30’an de li Taksîm Siraselvilerê kom bibin.

MEŞA ŞEVA FEMÎNÎST

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê li Stenbolê Meşa Şeva Femînîst a 23’yemîn bê lidarxistin. Çalakî wê di saet 19.30’an de li Taksîm Siraselvilerê destpê bike. Jinan ji bo çalakiyê bang kirin.

Qeymeqamtiya Beyoglû jî, hemû çalakî qedexe kirin. Rêyên diçin Taksîm û Cadeya Îstiklalê, bi bariyeran hatin girtin.

Hat zanîn ku wê stasyona Taksîmê ya Xeta Metroyê ya M2 Yenîkapi-Haciosman, rêya ketina Cadeya Îstiklal a li Stasyona Şîşhane û Xeta Funîkuler a F1 Taksîm-Kabataş ji saet 14.00’an û pêve girtî bin.

Şev wê 23’yemîn Meşa Şeva Femînîst bê lidarxistin. Jinan li dijî qedexeyan, diyar kirin ku ew ê rêyekî bibînin û bang li hemû jinan kirin ku di saet 19.30’an de li Siraselvîlerê kom bibin.