30 sazî, însiyatîf, meclîs, komîsyon û kolektîfên jinan ên li paytexta Elmanya Berlînê ne daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku wê îsal bi şiyara "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dar bixin. Saziyên jinan ragihandin ku çalakiyên îsal wê 3'ê Adarê roja Şemiyê li Alexanderplatzê ya Berlînê bi meş û mîtîngê dest pê bikin. Saziyan ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.
'JI BILÎ ŞOREŞA JINÊ ŞENSEKÎ ME NÎNE'
Jinan dan xuyakirin ku ew li dijî nîjadperestî, zayendperestî û faşîzma li kolanan û li siyaseta desthilatdariyê li ber xwe didin û destnîşan kirin ku li dijî hewldanên hikumeta federal a Elman ên ji bo krîmînalîzekirina berxwedanê, wê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Saziyên jinan diyar kirin ku Elmanya bi firotina çekan ji herêmên şer lê diqewimin re şer û qirkirinê mezintir dike û gotin, "Qîma xwe bi vê jî neanî û tevî vîna gelan û jinan, rejîmên dîktator ên mîna TC xwedî dike û bi vî rengî kaosê diafirîne. Ji bo em xwe azad bikin; di vê demê de ku desthilatdariyên serdest destekê didin hêzên faşîst û êrîşkar ên cîhanê, ji bilî lihevkombûn, têkoşîn û berxwedanê şensekî me yê din nîne. Ji bilî Şoreşa Jinê şensê me nîne! Em ê li ber xwe bidin; em ê bi xwerêxistinkirin û xweparastinê bi ser bikevin."
'EM BI GELÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ RE NE'
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk ji bo tinekirina demokrasiya li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd tê afirandin êrîşî Efrînê dike û hate gotin, "Dewleta TC ji bo Efrînê tine bike, bi rêya çeteyên xwe; DAÎŞ, El Nûsra bi taybetî êrîşî jinên Kurd dike. Lê belê jinên Kurd mîna li Şengal û Kobanê, di mînaka Avesta Xabûr û Barîn Kobanê de jî hate dîtin, bi xurtî li Efrînê li ber xwe didin. Eger hikumetên Ewropayê alîgirê polîtîkaya dagirker û mîlîtarîst a TC ne, em ê jî bi gelên Bakurê Sûriyeyê bi taybetî gelê Efrînê re bin ku ji bo demokrasî, wekhevî û edaletê têdikoşin. Bi vê armancê em bi hemû hêza xwe tevlî meş û mîtînga 3'ê Adara 2018'an a li paytexta Elmanya Berlînê bibin."
Saziyên jinan ên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:
Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, International Womens Space, Meclîsa Jinên Êzidî, Feministische Kampagne Gemeinsam Kempfen, Jinên Rojhilatî, iniRromamja, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Jinên Ciwan ên Azad û JXK, Koreanische Frauengruppe, Komîsyona Jinê ya PYD'ê, Komîsyona Jinê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê, Komîsyona Jinê ya HDk, Ni UNA MENOS, Interkulturelles FraunzentrumS.U.S.I, Nachbarschaftreffpunkt, AG Trostfrauen korea verband, Antifa Brandenburg, Antifa postdam, Flamingo e.V, Bundesverband Trans, Netzwerk für Geflüchtete fraun und Kinder, Revolutionare BERLIN, Generation ADEFRA, Trixiewiz e.V, M-Power, Sound Ststers, Für Selbstbestimmung und Demokratische Autonomie, Madelena Berlin.