Gulsum Kav li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li dijî rejîma tarîtiyê ya ku hikûmet ferz dike, wê jin bi şewqa 8'ê Adarê referandûmê ronî bikin.
Kav diyar kir, sala 2016'an bi dijminatiya li jinê derbas bû û destnîşan kir, bi zêdebûna zext û êrîşan re berxwedana jinan jî zêde bûye.
Kav bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ya îsal û got, "Xwişkên me yên Amerîkî ku li dijî Trûmp meşên mezin lidar xistin, mîna jinên 100 sal beriya niha li bajarê Petrograd ê Rûsyayê bi şiyara ked û azadiyê daketin kolanan, bang li hemû jinan kirin ku di 8'ê Adarê de bikevin grevê. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê ya îsal dîrokî ye. Li gelemperiya cîhanê wê jin kolanan veguherînin qada grev û çalakiyan."
Gulsum Kav bibîr xist, ku li Tirkiyeyê jin bi bandora referandûmê dest bi 8'ê Adarê dikin û anî ziman, di vê referandûmê de wê rêveberiyeke tîraniya serdema navîn, ku di dema Osmaniyan de jî nebû, pêşkêşî dengdanê were kirin.
Kav got, "Rejîmeke welê tê afirandin, ku parlament ji holê tê rakirin, hemû erk radestî rêveberekî mêr tê kirin; eger radestî rêvebereke jin were kirin jî ev yek wê mîna ya li Azerbaycanê be."
Kav anî ziman, bi binpêkirina mafên jinan ev rejîm tê afirandin.
Kav diyar kir, wê dengdan li ser rejîmeke ku zexteke giran li jinan dike, were kirin û ragihand, li dijî rejîma tarî ya ku hikûmet ferz dike, wê jin bi şewqa 8'ê Adarê, referandûmê ronî bikin. Kav bibîr xist, ku yekane hêza ku di nava zexta Rewşa Awarte de li dijî pêşnûmeya îstîsmarkirina zarokan çalakî pêk anî û bi ser ket, jin e û got, "Ji bo parastina zarokên xwe û jiyana xwe, divê em ji xwe bawer bin û bi vî rengî xwedî li sindoqan derkevin."
Gulsum Kav da xuyakirin, ku jinên sergirtî yan jî servekirî, her kes divê karibin bi rengekî wekhev tevlî nava jiyana civakî bibin û got, "Rêya vê yekê jî pêşîgirtina li sîstema serokatiyê ye. Di kampanya 'erê' de jî hat dîtin, ku di nava vê sîstemê de cihê jinê nîne."