Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Jin TV dest bi weşanê kir

Televîzyona jinan Jin TV a ev demek bû li ser weşana testê, ji vê sibê û pê ve dest bi weşana asayî kir.

Televîzyona jinan Jin TV a ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi qasî 3 mehan weşana testê kir, ji saetên sibê ve dest bi weşana xwe ya asayî kir. JIN TV a ji aliyê Wexfa Jinan a Newê ve 9’ê Çileyê di salvegera 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin de hate avakirin, bi dirûşam “Dengê jinê, rûyê jiyanê” dest bi weşanê kir.

Wexaf Jinan A Newa têkilarî vekirina JIN TV ev tişt gotibû:

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’

Em, Weqfa Jinan a Newayê spasiyên xwe li her kesan dikin ên ku ked û piştgirî dane projeya me. Kitekitên televîzyona me ew ê di demên pêş de bi raya giştî re were parvekirin. Vê xebata ku bi keda bi sedan jinan em dikin, di serî de em diyarî hemû jinên têkoşer û diyarî bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahiyê dikin ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Em baweriyê bi vî tiştî tînin ku, ew ê her jin ked û piştgiriyê bidin televîzyona jinan. Jin, Jiyan, Azadî..

Li dijî van zextên bi hevkariya zilêm û dewletê jin belkî cara pêşî ye ku di dîrokê bi bîreweriyeke herî xurt û refleksên rêxistinî, bi têkoşînê bersiv didin. Çawa ku berxwedaniyên mezin ên ku jinan di dîrokê de kirine zilêm bi destê xwe ew tehf daye, îro jî deng û qêrîna jinê, serhildaniya wê ya di medyaya sereke de xwe nabîne û bi paş ve tê tehf dan. Serkeftina jinan, ked, hişmendiya wê nayê dîtin û tê xwestin ku qels were xuyakirin. Ên bi îdîaya alternatîfbûnê ne jî di nav rojevên sereke de li cihê herî paş rê didin jinê û wiha karîgeriya wê notr dikin.’’

 Ev rêç di têkoşîna jina Kurd de jî dom kiriye. Ajansa Jinan a ku xwe dispêre raman, ked, ziman û şîroveya jinê yek ji vê mînakê ye. Rahiştiye nirxên gerdûnî yên jinê, hêlên xwe yên resen jî qeyîm kirine û li her qadê jinên Kurd hewl dane ku gavên pêşî bavêjin. Yek ji van qadan jî qada çapemeniyê ye.

Me Weqfa Jinan New bi salan e me hewl da ku lêgerîna xwe ya azadiyê ya geşbûyî bi rêya weşanên xwe ji dinyayê re ragihînin. Bi vê, me hewl da ku em bibin parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya jinan, kedekê lê zêde bikin û bibin kedkarên wê.

Em Weqfa Jinan Newa di televizyoneke bi navê ‘Jin Tv’ dixwazin mizgîniyê bidin jinan.’’

TELEVÎZYONEKE ÇAWA?

*Beriya her tîştî em dixwazin diyar bikin ku wê bibe televîzyoneke wiha ku li dijî qodkirinên civakî wê şer bike. Wê li dijî medyaya sereke ya zayendîparêz be û nirxê jinê berbiçav bike. Televizyona jinan, bi wê îdîayê ye ku ji dinyaya jinê re bibe mirêk.

*Wê jinê bi rengê ku kana jiyanê ye dîsa berbiçav bike û dawî li wê rewşa jinê bîne ku di nûçeyên bi tundiyê, di rûpela sêyan de cih digire û li TV’yan piştî nûçeyan kirine ‘objeya xemlê’. Jin wê huner, spor, siyaset, zanistê, sirûştê, tenduristiyê şîrove bikin û bi mottoya ‘jiyan hebe em jî hene’ wê dengê xwe derxîne.

*Jin TV wê li dijî tundiya li ser jin û zarokan be, ên ku tundiyê dikin wê teşhîr bike, wê bang li jinan bike ku di van qadan de parastina xwe bikin.

*Jin-TV ew ê îddîaya wê ev be ku di her qada jiyanê de keda jinê bide nîşandan. Têkiliya jin û mêran di serî de ew ê li ser têkiliya jin-zarok, mêr-zarokan bisekine. Ji karbeşiya di nav malbatê bigire heta krîterên malbata demokratîk ew ê bingehên civakê bide ber pirsan.

* Li hemberî medyaya mêran a ku jinan dike malzemeya reklamana û meta, ew ê tabûyên li ser bedena jinê hilweşîne û ew ê jinan wekî kirdeya jiyanê bîne ser ekranan.

*Jin TV ew ê ji jinan re bibêje ku tişta tê serê wan ne qeder e û li hemberî kêşeyan ew ê li çareseriyan bigere û di vî warî de culhet bide jinan.

*Televîzyona me ew ê bi awayekî pirzimanî, pirçandî û piralî afirîneriya aqil û hestan bike yek. Li hemberî medyaya ku cihêtiyan tune dihesibîne, ew ê pirahiyê bike esas.

*Ew ê keda jinan a ku nayê dîtin û tune tê hesibandin, derxîne pêş. Ew ê her dem li ba jinên li ser erdan, ofîs û kolanan be.