JIN TV dest bi nûçeyên rojane dike

JIN TV, ji îro ve dest bi bultenên nûçeyan ên bi Kurdî, Erebî û Tirkî dike.

JIN TV, bi dirûşma "Dengê Jinê, Rûyê Jiyanê" li ser peyka Hotbîrdê dest bi weşanê kir û bi mehan e bi bernameyên rengîn û ji gelek zimanan cih de her qada jiyanê. JIN TV, weşana xwe bêhtir dewlemend û rengîn dike.

JIN TV heta niha bi giranî bernameyên li ser mijarên civakî, siyasî û aborî diweşand. Ji îro û pê ve wê cihekî berfireh bide mijarên rojane.

Ji midûrên nûçeyan heta moderatorên bernameyan, ji desteya weşanê heta rejîoran, ji kameramanan heta teknîsyenan xebatkarên JIN TV hemû jin in.

JIN TV ku amadekariyên xwe qedand, wê îro dest bi bultenên nûçeyan ên rojane bike.

BI SÊ ZIMANAN WÊ NÛÇE BÊN RAGIHANDIN

Bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî wê destpêkê hefteyê pênc rojan nûçe bên weşandin. Dema nûçeyan jî wiha ye:

Erebî, li gorî dema Ewropayê: 16:00

Tirkî, li gorî dema Ewropayê: 17:00

Kurdî (Kurmancî), li gorî dema Ewropayê: 18:00

FREKANSLAR

JIN TV li ser van frekansan weşanê dike:

HOTBIRD

Peyk: Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarizasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6.

NILSAT

Peyk: Nilesat 7°W
Frekans: 11595MHz
Polarizasyon: Vertical
Symbolrate: 27.500
FEC-rate:5/6