Jin li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, jin daketin qadan û dirûşma "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Çalakî doh êvarê li meydana Medborgarplatsenê pêk hat. Endama Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ajeen Ahmed li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist, li gelek welatan jin li dijî tundiyê daketine qadan. Ahmed got, "Ne tenê tundiyê, em sîstema baviksalariyê jî protesto dikin ku çavkaniya tundiyê ye. Ji bo xwerêxistinkirin û parastinê, ji bo afirandina şêweyekî alternatîf ê jiyanê em têdikoşin."

Ahmed bang li hemû jinên li Swêdê kir ku li dijî sîstema kapîtalîst a baviksalariyê têbikoşin û herî dawî işaret bi girîngiya desteka ji bo şoreşa jinê ya li Rojava kir: "Şoreşa jinê ya li Kurdistanê ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo hemû jin û bindestan bûye hêvî. Divê em xwe û şoreşê biparêzin. Eger em nikaribin vê bikin, kesekî din wê nikaribe bike."

Katja Svensson bi navê Femînîstên Sosyalîst axivî û anî ziman, li Swêdê tundiya fîzîkî û zayendî ya li jinê gelekî zêde ye. Svensson got, "Ya ku divê em bikin, xwebirêxistinkirin û têkoşîn e. Çawa ku hefteya bihurî li Spanyayê bi sed hezaran kes daketin qadan, divê em jî xwepêşandanên bi vî rengî bi rêxistin bikin."

Ji Partiya Komunîst Anîta Salven jî polîtîkaya hikumeta Swêdê ya ji bo firotina çekan bi tundî rexne kir.

Di xwepêşandanê de li gel dowîz û pankartên li dijî tundiya li jinê, her wiha wêneyên sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, alên YPJ û KJAR'e hatin hildan.