Jin li Stenbolê qîriyan: Serhildana me bi dawî nabe!

Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê li Mecîdiyekoya Stenbolê hatin cem hev, ev peyam dan: "Heta ku em jiyanek azad û cîhaneke bê tundî ava nekin wê ev serhildan bi dawî nebe."

Jinên Stenbolê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Qada Mecîdiyekoyê hatin cem hev. Çalakiya bi pêşengiya Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Kiryar li malê, li meclîsê, li ser kar, li dibistanan. Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li kolanan in" tê lidarxistin.

Beriya çalakiyê bi saetan hemû rêyên ku diçin qadê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Li gelek noqteyan wesayîtên binçavkirinê hatin bicihkirin. Tevî vê yekê jinan dest ji kombûna xwe bernedan. Jinan pankartên "Têkoşîna li Rojava têkoşîna jinan e" vekirin û dirûşmên; "Dayikên ku 7 rojan cenazeyên wan li kolanan man, zarokên li Rojava hatin qetilkirin", "Jin, jiyan, azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", “Em şevan, kolan û qadan terk nakin”, "Em bêdeng nabin, natirsin û serî nateqînin” û "Jin bi hev re bi hêz in" berz kirin. Her wiha dowîzên li dijî tundiyê hatin hilgirtin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûlay Hamîtogullari û parlamenterên jin ên HEDEP'ê jî tevlî çalakiya jinan bûn.

Bi sedan jinên ku hatin qadê gelek caran bênavber dirûşmên; “Heke jin azad bin wê cîhanê bihejînin”, “Serîtewandin nabe, serhildan heye", "Bijî hevgirtina jinan", "Em ê qadan û kolanan neterikînin”, “Em ne malbat in, em jin in" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Her wiha bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” girtiyên jin hatin silavkirin.

Di destê jinan de pankartên “Dawî li şer û tundiyê bînin”, “Dawî li bêcezakirinê bînin”, “Ne mirina bi guman, tundiya mêr”, “Jinên ku jiyana xwe diparêzin di girtîgehê de ne”, “Dawî li edaleta mêr bînin” hilgirtin.

JINÊN ROJAVA Û FILISTÎNÎ HATIN SILAVKIRIN

Jinan bal kişandin ser polîtîkayên şer, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê Îsraîl-Hamasê û banga aştiyê kirin. Jinan dirûşmên; "Ji şer re na, aştî niha", "Ji jinên li berxwedêrên Filistînê re hezar silav", "Ji Filistînê re azadî, ji Îsraîlê re boykot", "Bijî hevgirtina jinan a li dijî şer", "Ji Rojava ji bo jinên li Filistînê  li ber xwe didin hezar silav” û "Ji Rojava heta Xezeyê gel li ber xwe didin" qîriyan.

Jinan pankarta mezin “Têkoşîna Rojava Têkoşîna Jinan e" vekirin.

Jinên ku dest ji çepik û tîlîliyan bernedan jî dirûşma "Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Jinan pankartên bi nivîsa "Peymana Stenbolê ya me ye" hilgirtin, bi dirûşmeyên xwe qanûna bi hejmara 6284'an a ku bû hedefa hikûmetê parastin.

BERTEKA LI DIJÎ TECRÎTA ÎMRALIYÊ: BIJÎ SEROK APO!

Di çalakiyê de jinan  bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û jinan pankarta "Hûn nikarin bi tecrîdê vîna civakê bişkênin" hildan. Pankarta “Tecrîd ji sûcê mirovahîye re” hilgirt.

Jinan jî bênavber dirûşma; "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

DAYIKÊN AŞTIYÊ JÎ BEŞDARÎ MEŞÊ BÛN

Jinan piştre dest bi meşê kirin û pankarta “Kiryar li malê, li Meclîsê, li ser kar, li dibistanan e, jin li kolanan li dijî tundiya dewletê ya mêran in.” Hevseroka HEDEP’ê Tûlay Hatîmûllari, parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Dayikên Aştiyê jî li pêşiya meşê bûn.

JI ŞER, DAGIRKERÎ, ÎSTÎSMAR, TUNDIYÊ RE NA!

Jinan diyar kirin ku ew ê tu carî bêdeng nemînin, bi dirûşm, çepik û tilîliyan dest bi meşê kirin. Jinan li dijî şer, tundî, kedxwarî, dagirkerî, xizanî û neheqiyê dengê xwe bilind kirin. Jinan bi berzkirina dirûşmên "Bijîi tekoşîna jinan", "Her der berxwedan e, jin li ber xwe didin", "Jin jiyan azadî", "Bijî hevgirtina jinan", "Tevî kîn û nefretê bijî jiyan", "Em ê li hemberî tundiya mêr bêdeng nemînin”, “Serhildana me heye û "Jin bi hev re xurt in" berz kirin.

JINÊN HATIN QETILKIRIN BI BÎR ANÎNIN

Jinan her wiha diyar kirin ku tecawizê neparêzin, nebin hevkarê sûc û piştî meşe dets bi çalakiya runiştinê kirin. Piştre navê jinên Hande Kader, Gulîstan Doku, Emîne Bulut, Ozgecan Aslan, Esra Ateş û gelek jinên bi yek dengî qêriyan. Jinan gotin wê hesabê van jinan bipirisn.

‘HETA KU EM JIYANA AZAD AVA BIKIN WÊ EV SERHILDAN DAWÎ NEBE'

Jinan bênavber dirûşma "Bijî berxwedana jinên Kurd" meşa xwe berdewam kirin û piştre daxuyanî hat dayîn.

Li ser navê Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Cemîle Baklaci di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo em mehkûmê xizaniyê nebin hatin vir. Dema em li kêleka hev werin em ê jiyaneke azad ava bikin ku em li kolanan neyên qetilkirin. Heta ku em jiyana azad ava nekin têkoşîna me bi dawî nabe. Şev, kolan, qad ên me ne. Heta cîhanek bê tundî ava nebe ev serhildan bi dawî nabe. Heta ku tundiya mêr neqede ev serhildan bi dawî nabe. Em ji bo nasname, hebûn, bedena xwe û azadiya xwe hatin gel hev.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi pêxistina meşaleyan, bi dirûşm û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.