Jin li 'Sofreya Erdê' hatin cem hev

Jinên ku li Êlih û Mêrsînê hatin cem hev li "Sofreya Erdê" behsa polîtîkayên şer kirin. Jinan diyar kirin ku şer weke birçîbûn û xizaniyê li jinan vedigere û destnîşan kirin ku divê herî zêde jin bêjin şer raweste.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Tarsûsê merasîma fitarê lidar xist. Jinên ku di fitarê de ku li Taxa Fahrettîn Paşa ya Tarsûsê hat lidarxistin hatin cem hev, rojiya xwe vekirin.

Aktîvîsta TJA’yê Zana Çoban piştî fitarê axivî û bal kişande ser zextên li ser jinan. Çoban anî ziman ku jinan bi têkoşînê bersivê didin êrîşên li ser wan. Çoban îşaret bi polîtîkaya şer a ku tê meşandin kir û got, “AKP ya ku bi rêya nîqaşên îslamî hewl dide xwe bixuliqîne, bi tiştên ku dike nakokiyên xwe derdixe holê. Di meha Remezanê de yek şerkirin delîla herî mezin a vê yekê ye. Di meheke wiha de şerkirin nîşanî me dide ku AKP û PDK tenê olê di warê siyasî de bi kar tînin."

Çoban anî ziman ku şer û pevçûn zilm û zordariyê li jinan dike û diyar kir, “Em dizanin ku ev şer wê weke birçîbûn û xizaniyê li me vegere. Divê herî zêde em jin bêjin şer raweste. Em jin emê li dijî şer aştiyê biparêzin."

ÊLIH

Li Êlihê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo fitarê "Sofreya Erdê" danîn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên ku ji peywirê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, li Parka Jinan a 8'ê Adarê hatin cem hev û bi xwarinên ku ji malê anîbûn, bi bangê re rojiya xwe vekirin.

Piştî fitarê behsa girîngiya mehaa Remezanê hat kirin.