Jin li qadan e: Em ê berxwedanê mezin bikin

Jinên ku di 8'ê Adarê de daketin qadan diyar kirin ku ew ê berxwedan û rêxistiniyê mezin bikin û mêr-dewlet şermezar kirin.

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajaran jin daketin qadan.

AMED
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Gelek jin û nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkkirin û peyama domandina têkoşîna li dijî tundiyê hate dayîn. Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
Baroya Edeneyê jî li edliyeyê qurnefîl dan hempîşeyên xwe û xebatkarên jin ên edliyeyê û 8’ê Adarê lê pîroz kirin. Parêzerên jin piştre jî daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê Açelya Can Guneş ve hate xwendin. Can, got ku dê li dijî her cureyên tundiyê, her zîhniyetên zirarê didin destkeftiyên jinan têbikoşin. Ji parêzeran Ayça Kara Sigirci jî got ku dê piştevaniya wan a bi jinan re bidome. 
 
ANTALYA 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî li avahiya sendîkayê daxuyanî li dar xist. Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê Nûrcan Eglentî daxuyanî xwend û got ku ew bi hêza ji dîroka xwe ya têkoşînê û mafdariya xwe digirin, xwedî li jiyanên xwe derdikevin. Eglentî, anî ziman ku di 8’ê Adarê heta ji kedxwariya kapîtalîzmê û tehekûma zîhniyeta nêrza xelas dikin dê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin. Piştre jî Eglentî daxwazên xwe rêz kirin. 
 
SÊRT 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Sêrtê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber deriyê avahiya xwe ya li sûka Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin li dijî xizaniyê, şer û tûndiyê berxwedana xwe berdewam dikin.” hat vekirin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê Mûazzez Bûlga, Meclisa Dayikên Aştiyê û  nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê Sohbet Altin Çetîn metna daxuyaniyê xwend. Çetîn, bal kişand ser tekoşîna jinan û da zanîn ku tevî van hemû zextan, hilweşîna mezin a aborî, polîtîkayên şer û hawirdora tundiyê, têkoşîna jinan dewam dike. Çetîn, diyar kir ku ew îsal di 8'ê Adarê de careke din hêza têkoşîna azadiya jinê bi bîr tînin û wiha got: “Em weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku em li her derê ne. Li malê, li kar, li dibistanê, li kolanan, li girtîgehê hwd. em li her derê, li dijî şer, li dijî tundiya mêr, li dijî polîtîkayên cihêkariyê, li dijî homofobî û transfobîyê dibêjin ‘em hene, em ê hebûna xwe bidomînin’.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
 
RIHA 
 
Komîsyona Kedê ya Baroya Rihayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo balê bikişîne ser zehmetiyên jinên karkerên çandiniyê yên demsalî dikişinin li ber avahiya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî endamên komîsyonê Serokê Baroyê, endam û rêveberên baroyê tev li daxuyaniyê bûn. Zehra Çelîk a li ser navê komîsyonê axivî, pirsgirêkên jinên ku di karkeriya çandiniya demsaliyê dikin dikişînin vegotin. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxên DÎSK Genel-Îşê yên Îzmîrê, ji Navenda Çandê ya Lemanê ya berê heta Cadeya Şehîdên Kibrisê meş lidarxistin. Bi sedan jinan pankarta “Em li dijî kedxwarin, tundî û xizaniyê ne” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bêdeng nebe biqîre û bêje ji tundiyê re na” berz kirin. 
 
Seroka Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê ya bi Hejmara 7’an a Îzmîrê Ozgur Genç destnîşan kir ku 8’ê Adarê îfadeya xurt a têkoşîn û hevgirtina jinên kedkar e. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
ANKARA
 
Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) li Navenda Giştî civîna çapemeniyê lidar xist. Daxuyaniya ku jinên endamên TTB’ê ne tev li bûn, Endama Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a TTB’ê Ebrû Demîrel xwend. Endama din Îlkay Çelîkê jî daxwazên TTB’ê yên 8’ê Adarê rêz kirin. 
 
STENBOL 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Bakirkoyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakirkoyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadî Konûk daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Li ser navê endamên SES’ê yên pankarta “Keda me, bedena me, nasnameya me; têkoşîna me bi biryar e, em di azadiyê de bi israr in” vekirin Sekretera Jinan a Şaxê Sevgî Kizilirmak xwend. Kizilırmak diyar kir ku 8’ê Adarê rojeke girîng a têkoşînê ye ku sembola berxwedana li dijî her cure zext û tundiyê ye û diyar kir ku jin û kedker wê li dijî êrîşên desthilatê têkoşîna xwe ya rêxistinî bidomînin.