'Jin li her qada jiyanê dikarin bixebitin'

Serpîl Ercan diyar kir, desthilatdariya AKP/MHP'ê hewl dide civakê bi birçîbûnê terbiye bike û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî vê polîtîkaya desthilatdariyê têbikoşin.

Desthilata AKP/MHP'ê hewl dide civakê bi birçîbûnê terbiye bike. Lê belê AKP/MHP bi vê polîtîkaya xwe li dijî berxwedana civakê ya jiyanê bi sernakeve. Di nava civakê de yên ku li hemberî vê polîtîkayên radibin û têdikoşin jî di serî de jin in. Li gel ku jina bi navê Serpîl Ercan ji kar hate derxistin, li hemberî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê li taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Baglar a Amedê zend û bendê xwe ba da. Ercan serê sibehê saet 06:00'an simît û boxaçeyên germ difiroşe û bê vê yekê debariya xwe dike.

'SÊ SAL E SIMÎT Û BOXAÇE DIFIROŞ E'

Ercan da zanîn ku desthilatdariya AKP/MHP'ê hewl dide civakê bi birçîbûnê terbiye bike û wiha dest bi axaftina xwe: "Sala 2016'an de bi hinceta parvekirinên malperên civakî ez ji kar hatim derxistin. Piştî min serî li gelek kargehan da, lê ji ber ku ez hatibûm îxraçkirin kesî ez negirt kar. Ez li ser kar fikirîm ku ez dikarim çi karî bikim û piştre min biryara karê sîmît û boxaçe girt. Sê sal e ez li vê taxê simît û boxaçe difiroş im. Dema ku  min dest bi vî karî kir nêzîkatiyên nîştecihê taxê jî gelek baş bû û her kes êdî weke ferdek mala xwe li min dinêre. Ev yek jî min gelek kêfxweş dike. Bila kesên ku ez ji kar derxistim bibînin, pêdiviya me bi wan tuneye û her kes dikare bi keda xwe li ser lingan bimîne. Jinên ji kar hatine derxistin ev polîtîkaya AKP/MHP'ê vala derxistin."

XWIŞKA SIMÎTFIROŞ

Ercan anî ziman ku bi dilekî germ serê sibehê tê taxê û rastî rûkeniya li rûyê zarokan tê. Ercan destnîşan kir ku li taxê her kes wê bi navê xwişka simîtfiroş nas dike û wiha pê de çû: "Serê sibehê saet 05:00'an ez ji xew radibim û saet 06:00'an bi cîgûhêzê berê xwe didim taxa Selahattîn Eyyûbî. Dema ez dikevim taxê bi taybetî zarok bi navê xwişka simîtfiroş bang li min dikin û min pêşwazî dikin. Niha ji taxê her kes min weke xwişka simîtfiroş nas dike. Berê ji bo hinekan balkêş hat xwişka simîtfiroş, lê niha ez pê şad dibim. Min ji vî karî hez kir û ez vî karî bi sed karên saziyên dewletê nadim."

'TÊKOŞÎN DI RUHÊ HER JINEKE KURD DE HEYE'

Ercan bilêv kir ku bi salan e bi tena serê xwe ji bo jiyanê têdikoşe û got, "Ez bê dayik û bav mezin bûm. Ez zarok bûm heta niha ez li hemberî zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe didim. Ez berê karmend bûm, niha jî xwediyê karê xwe me û bi vê yekê ji şad im. Têkoşîn bi min zor nayê ji ber ku têkoşîn di ruhê her jineke Kurd e heye. Ez bang li hemû jinan dikim ku bila li malê rûnenên û kar bikin. Di destê jinê de huner heye û divê her jin vê hunera xwe derxe pêşberî civakê. Tenê karê jinê ne paqijiya malê û anîna dinyayê a zokan e. Jin di her aliyê jiyanê de dikare bixebite. Tenê divê jin ji xwe bawer be."