Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî bi wesîleya 25’ê Mijdarê li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan.

Jin, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî de li qadan e. Peyama jinên ku di aktîvîte û çalakiyên weke daxuyanî û panelan de hatin ba hev a ewilî “azadî” bû. Dirûşmeya bingehîn a çalakî û aktîvîteyên hatin kirin jî bû “Jin jiyan azadî”.

RIHA

Navenda Mafên Jinan a Rihayê li avahiya baroya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Platforma Jinan a Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Navenda Mafên Mirovan Zelîha Ozay, anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe tundî zêde dibe û wiha got: “Em ê li dijî her cure tundî û cihekariya li dijî jinê têkoşîna xwe bidomînin.”

Platforma Jinan a Rihayê jî ji avahiya HDP’ê heta Navenda Kar a Ahmet Bahçivan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” meşiyan. Di meşa ku parlamentera HEDEP’ê Dîlan Kûnt Ayan jî tevlibûyî de pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê, em jiyan û mafên xwe diparêzin” hate hilgirtin. Jinan dowîzên ku bi kurdî li ser “Azadiya jinan azadiya civakê ye” dinivîsî hilgirtin. Dîsa wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Endama platformê Ayşe Şehrîban Demîrel a li vir axivî, bal kişand ser cînayetên jinan û polîtîkayên desthilatê û wiha got: “Jinên ku bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin bi awayekî ku ji hemû qadên têkoşînê yên civakî re bibin mînak, ji qadan dernakevin û naçin malên xwe.”

Piştî daxuyaniyê rêvebera Nûnertiya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Rihayê Bahar Hezer a ji aliyê birayê xwe Yekta Hezer ve hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. Jinan qûrnefîl danîna ser gora Hezar a li Goristana Asrî ya Rihayê. Parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan a li vir axivî, wiha got: “Em îro li ser gora jineke ku di 25’ê mijdarê de hatiye qetilkirinin. Em ê destûrê nedin ku jineke din jiyana xwe ji dest bide. Em ê bi têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bibin bersivê êrişan.”

Jin pişt re tevlî semînera baroyê ya bi navê “Pêkanîna Qanûna bi Hejmara 6284 û Peymana Stenbolê” ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî hate lidarxistin bûn.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî jin li Parka Karayollariyê hatin ba hev.

Ji bilî gelek jinan, parlamentera HEDEP’ê Bêrîtan Guneş Altin jî tev li çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê vê” vekirin. Her wiha dowîzên wekî “Xweparastin maf e”, “Jinên ciwan li dijî tundî û destdirêjî li ber xwe didin” û “Kuştina jinan polîtîk e” hildan. Her wina wêneyên jinên berxwedêr jî di çalakiyê de hatin rakirin. Di çalakiyê de jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan”  berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Ayşe Bozan ve hat xendin.

Bozan a di daxuyaniyê de behsa têkoşîna xwişkên Mîrabel kir, bal kişand ser tundiya li dijî jinan û got: “Li Tirkiyeyê her ji 10 jinan 4 jin bi tundiya mêr re rûbirû dimînin. Dewlet jî wan êrişkaran diparêze. Parastina kujerên jin û zarokan rê li ber qetilkirinê vedike. Jin tu carî betalkirina Peymana Stenbolê û tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Dê her tim li ber xwe bidin. Em jin dê li dijî destdirêjî û tundiyê têbikoşin û em ê her cure tundiya li dijî jinan îfşa bikin.”

Piştî daxuyaniyê parlamenter Bêrîtan Guneş Altin jî axivî û bal kişand ser berxwedana jinan û diyar kir ku tu carî dev jî têkoşînê bernadin.

Jinan piştî daxuyaniyê xwestin meşekê li dar bixin. Polîsan jî hewl dan meşa jinan asteng bikin. Li ser israra jinan polîs ji pêşiya jinan rabûn û jin heta avahiya Rêxistina HDP’a Bajêr meşiyan.

Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Mêrdînê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyek da. Parêzer Gulistan Dûran metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku dê her tim li cem têkoşîna jinan bin.

EDENE

Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Berdevka Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Baran Oner, metna çapemeniye xwend û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 25'ê Mijdarê û got Xwişkên Mîrabel sembola 25'ê Mijdarê ne.

Onerê da zanîn bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatê, mirinên jinan tê xwestin rewa bê nîşandan û got ew ê li dijî şer û her cureyê tundiyê parastina mafê jiyanê bidomînin.

Onerê diyar kir ku ew bi çanda tundiyê re rû bi rû ne û got divê dewlet li dijî tundiya li ser jinan tedbîrê bigire, ev peywira dewletê ye. Her wiha Onerê got divê cihêkariya girêdayî zayendê ji holê rabe.

COLEMÊRG

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Colemêrgê jî li ber avahiya HEDEP'ê ya Bajêr daxuyaniyek hat dayîn. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Parlamentera HEDEP'ê Oznûr Bartin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowizên weke “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Qetlîama jinan qirqirina civakê ye”, “Zimanê me rûmete me ye”, “Ji jinên girtî re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin vekirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Partiya Demokratîk a Gel (HDP) a Colemêrgê Humeyra Armût ve hat xwendin.

Humeyra, di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr-dewletê û got: “Em bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' qêrîna xwe ya azadiyê dubare dikin. Desthilat bi gotin û polîtîkayên xwe dijminatiya jinan dike. Lê divê bê zanîn ku em polîtîkayên dijminatiyê qebûl nakin.

SEMSÛR

Meclisa Jinan a KESK’ê ya Semsûrê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Parka Demokrasiyê hatin gelhev. Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Semsûrê Rengîn Husniye Kilinç banga qebûlkirina Peymana bi Hejmara 190 ya ILO'yê kir û bal kişand ser girîngiya peymanê.

Daxuyanî bi çepik dirûşmeyan bi dawî bû.

AMED

Li Amedê xebatkarên tenduristiyê li navçeya Bajarê Nû daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Em dest ji jiyan û mafên xwe bernadin” hate vekirin de gelek kedkarên tenduristiyê amade bûn. Endama Odeya Bijîşakan a Îzmîrê Prof. Dr. Munervver Kaynak Turkmen diyar kir ku ew 25’ê Mijdarê diyarî Dr. Aynûr Dagdemîr ku 8 sal berê dema dixwest sekretera xwe biparêze hat kuştin dikin û bal kişand ku gelek tenduristvanên jin li ser peywîra xwe tên qetilkirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî jinan li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik a li vir axivî wiha got: “Êrişên li dijî jinan çavkaniya xwe ji desthilatan werdigirin. Desthilata AKP’ê, MHP’ê û Hur-Davayê dijmina jinan e. Polîtîkaya necezakirinê bandor polîtîkayên dijminên jinane.”

Jin piştî daxuyaniyê ji vir heta avahiya HEDEP’ê ya li Xaçereya 4 Yolê meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana jinan” , “Nagîha Akarsel rûmeta me ye” berzkirin. Jinên ku pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” vekirin, dowîzên “Hebûna jinê hebûna jiyanê ye”, “Ne rojekê her roj berxwedan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” hilgirtin. Jinan di meşê de wêneyên Garîbe Gezer, Nagîhan Akarsel, Îpek Er û Denîz Poyraz hilgirtin.

Meş li ber avahiya HEDEP’ê ya bajêr bi dawî bû. Parlamentera Êlihê Zeynep Odûncû ya li vir axivî, anî ziman ku bi têkoşîneke ku destkeftiyên jinan diparêze dê li ber xwe bidin.

SÊRT

Jinên li Sêrtê li ber avahiya Rêxistina HEDEP’ê hatin bahev heta Kuleya Saetê ya li navenda bajêr meş li dar xistin. Di meşê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hate vekirin. Jinan di meşê de wêneyên Jîna Emînî, Garîbe Gezer, Gulistan Dokû, Îpek Er û Denîz Poyraz hilgirtin. Piştî meşa bi dirûşm, çepik û tilîliyan bi dawî bû daxuyaniya çapemeniyê hate kirin. Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay a li vir axivî banga mezinkirina têkoşînê kir.

Parlamentera HEDEP’ê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a pişt re axivî jî wiha got: “Em weke jin daxwaza cîhaneke bêtundî û wekhev dikin. Ji bo ku jin li her qada jiyanê wekhev û azad bibin em ê têkoşînê mezin bikin. Jin dê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

ÇEWLÎG

Jin li ber avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Bajêr hatin bahev. Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî tev li bû. Aydenîz a di çalakiya pankarta “Li dijî tundî, şer û xizaniyê em li qadan e” hate vekirin de axivî, Aydenîz diyar kir ku hemû saziyên dewletê yên dewletê li Kurdistanê veguherandine amûra şerê taybet û bi bîr xist ku saziyên ku têkoşîna jinê lê dihate dayin hatine girtin. Aydenîz, destnîşan kir ku dê li dijî hemû polîtîkayên tunekirin û şerên taybet têkoşîna xwe mezin bikin.

DÎLOK

Jinan li Dîlokê daxuyaniyek dan û piştre meşek li dar xistin. Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Ceylan Akça, parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca tevlî çalakiyê bûn. Jinan li Parka Kirkayak a Şahînbeyê kom bûn û heta Parka Yeşilsuyê meşiyan. Jinan di daxuyaniyê de bal kişan ser polîtîkayên şerê taybet û dan zanîn ku dê têkoşîna jinan jî li hemberî vê yekê bidome.

ANTALYA

Platforma Jinan a Antalyayê jî ji Parka Aydin Kanzayê heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Parlamentera HEDEP'ê ya Stenbolê Çîcek Otlu û gelek jin ligel barana zêde meşa 25'ê Mijdarê pêk anîn. Di meşê de jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.  Di daxuyaniyê de têkoşîna li dijî tundiyê hate destnîşankirin û êrişa li Şirnexê ya li dijî jinan hate kirin jî hat şermezarkirin.