Jin li dijî şer û kuştina jinan meşiyan

Aktivîstên TJA’yê li hemberî qetilkirina jinan û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan. Jinan anî ziman ku dixwazin bi sirgûn, koçberî, destgîrkirin û girtinan serê jinên Kurd bitewînin û gotin: “ Lê bi tu awayî em ê çokê daneynin.“

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist. Meş li Kuçeya Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê dest pê kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê yên Amed, Mêrdîn û Êlihê, Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, HDP Şirnexê û navçeyê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Hezexê Songul Erden, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez jî di nav de gelek jin tev li meşê bûn.

Di meşê de pankarta li ser "Li dijî polîtîkayên şerê taybet û dagirkeriyê em ê civaka xwe biparêzin" nivîsandî hat vekirin û wêneyên zarokên li Başûrê Kurdistanê di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, wêneyê Hevrîn Xelef a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin û wêneyên jinên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin bi têkoşîna xwe dê pergalê hilweşîne" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Li Kuçeya Hunerê polîsan pêşiya meşê birî û gotin dê destûrê nedin. Piştî vê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî rageşiyeke demkurt jinan meşa xwe domand.

‘EM Ê ÇOKÊ DANEYNIN‘

Piştî meşê li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Elkê Beybûn Aslan metna daxuyaniyê xwend. Aslan diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer li hev kom bûne û got: "Bi salan e dixwazin bi zorbetiyê vîna me teslîm bigirin. Dixwazin bi sirgûn, koçberî, destgîrkirin û girtinan serê me jinên Kurd bitewînin. Lê bi tu awayî em ê çokê daneynin."

‘BI HEZARAN JIN DÎLGIRTÎ NE'

Aslan destnîşan kir ku jinên Kurd dixwazin bi awayekî azad bijîn û got, ji ber vê ji bo wekheviyê têdikoşin. Aslan bilêv kir ku jinan bi têkoşîna xwe planên serdestan belawela kirine û got: "Niha bi hezaran siyasetmedarên jin û aktivîst di girtîgehan de dîlgirtî ne. Jin têkoşîna xwe ya li hemberî feraseta serdest a mêran didomînin. Lewma em bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînin. Bi hîle û xurdeyan jinên Kurd ber bi tiryak, fuhûş û întiharê dibin. Jinên ku van polîtîkayên qirêj qebûl nakin jî tên qetilkirin. Dadgehên Tirkiyeyê bi temamî di bin kontrola AKP-MHP'ê de ne. Ayşe Gokkan, Leyla Guven û bi sedan jin dîl hatine girtin. Bi kûçikan avêtin ser mala Rojbîn Çetîn û ew îşkence kirin. Kesên îşkence li Rojbîn Çetînê kirin nehatin darizandin jî."

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'

Aslan diyar kir ku ew ê li her derî van polîtîkayên qirêj ên dewletê teşhîr bikin û got: "Bi van êrîşan dixwazin têkoşîna jinên Kurd asteng bikin da negihê têkoşîna jinên cîhanê. Lê belê têkoşîna jinan guh li astengiyan nake. Jinên Kurd ji tu bedêlê natirsin. Her biçe dê hîn bêtir xwe birêxistin bike. Em ê di hemû şert û mercan de bedena xwe, nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.