Jin li Amedê daketin kolanan

Bi sedan jinên ku li Amedê hatin ba hev, li dijî tundiya zilam dimeşin.

Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle (DAKAP), di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî li Dijî Tundiya li Ser Jinê de li xaçerêya Dunya ya li navçeya Peyasê hatin ba hev û meş lidarxistin. Jinan bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî meşê bûn, meş hetanî Parka Rojava dewam kir.

Jinên ku pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Dem Dema Azadiya Jinê ye” vekirî, dovizên li ser wan nivîsên weke, “Em naxwazîn bimirîn”, “Em nikarîn dest ji jiyan û mafên xwe berdîn”, “Wê jin biaxivin qatil hesab  bidin”, “Ne edaleta zilam, edaleta rasteqîn” û “Li ber kujeran serî  hilde” hildan.

Jinan bi beroş û tewayên ku bixwe re anîbûn deng derxistin û bal kişandin li ser qeyrana aborî, her wiha bi berzkirina dirûşmeyên: “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em serî li hember xizaniyê radikin”, “Bijî berxwedana jinan”, “Ji şer re na, ji jinan re budçe” û “Em bêdang nabîn, na ji tirsîn û serî xwe natewînê re” derbasî meşê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê Remziye Tosûn, Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a (ESP)’ê Beycan Taşkiran jî di nav de bi sedan jin tevlî meşê bûn.