Jin ji bo azadî, aştî û wekheviyê daketin qadan

Bi hezaran kes tevlî mîtînga 8’ê Adarê bûn a ku Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li dar xist.

Platforma Jinan 8’ê Adarê, bi şîara “Em li dijî şer, Rewşa Awarte û zayendperestiyê, ji bo ked, nasname û azadiya xwe li ber xwe didin” li Qada Azadî ya Bakirkoya Stenbolê bi coşek mezin mîtîng pêk anîn. Jin, ewil li Kolana Dîkîlîtaş kom bûn û heya Qada Azadiyê meşiyan. Jinan guh nedan barana ku dibare, bi cilên xwe yên neteweyî, reng û coşa xwe li hev kom bûn û di kortejên avakirin de bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û li ber erbaneyan goven gerandin. Tevî barana zêde jin li qadê kom bûn û bi mîtîngê 8'ê Adarê pîroz dikin.

Jinên di navê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Tevgera Jinên Demokratîk (DKH), Jina Demokrat a Nû, Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Jinên Partiya Karkerên Şoreşger, Jinên Pêşketî, Piştevaniya Jinên Kirkyama, HDP, HDK, Jinên Ciwan ê Azad (OGK), EMEP, Jinên Mala Gel, Piştevaniya Mor û gelek jinên din bi berzkirina dirûşman, tilîlî û lêxistina çepikan ketin qada mîtîngê.

‘JI BER HATINA CENAZEYAN EM ACIZ IN’

Di mîtingê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" derket ser dikê. Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer şermezar kir û wiha got: "Em ji bo zarokên me di şerê we de bên kuştin çênakin û mezin nakin. Em ji hemû darbestên cenazeyan yên tên ber deriyê me aciz in. We ev welat kir welatê dayikên digirin û darbestê zarokên xwe hembêz dikin. Îro jin li çar aliyê cîhanê li ser piyan in. Em hezkirina xwe ji hemû jinên ji bo azadî û demokrasiyê daketine kolanan re dişînin."

Buldan, anî ziman ku li hemû qadê jiyanê jin rastî tundiyê tên û vîna wan tune tê dîtin û wiha got: “Jinên kedkar û karker êdî dibêjin em ji bira, bav û hevserê xwe re îtîatê nakin. Em nakevin fermana we. Ji ber ku yên welat bi rê ve dibin vîna jinê tune dihesibinin. Em carek din dibêjin, jin wê li dijî hemû polîtîkayên we yên desteserkirin, tundî û zextan wê mil bidin mil. Ev hişmendî wê bi daxwaz û têkoşîna azadiyê xera bibe. Em kesên ku li welat herî zêde mexdûr bûne û êş kişandine û hêsir rijandine, em ê li dijî polîtîkayên AKP’ê di eniya pêş de şer bikin. Têkoşîna jinê bi salane didome. Lê vê carê jin wê bi yekîtî û têkoşîna azadiyê hişmendiya tundî û zextan bişkîne.

‘TIFAQA ME TIFAQA JINÊ YE’

Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û wiha got: "Tifaqa me ne heta hilbijartinê ye. Tifaqa me tifaqa jinê ye. Li Tirkiyeyê tifaqa jinê tifaqa azadiyê ye. Em zarokên xwe ji bo di şerê we de bimirin nawelidînin. Em naxwazin dayik bigirîn. Em naxwazin wan di ciwaniya wan de defin bikin. Em bang li Hikûmetê dikin. Dema hûn çûn Efrînê li ser navê parastinê hûn çûn. Lê îro li vî welatî hûn nikarin zarokekî biparêzin. Jin dikarin vî şerî û vê tundiyê rawestînin. Têkoşîna jinan wê destûr nede polîtîtîkayên we yên şer. Em ê bi têkoşîna aştî û azadiyê van zextan derbas bikin."

‘HETA KU JIN AZAD NEBE, TIRKIYE AZAD NABE’

Bûldan anî ziman ku heta Fîgen Yuksekdag, Dayika Sisê ya 70 salî, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, azad bibin û dakevin qadan têkoşîna me wê bidome. Heta jin azad nebe, Tirkiye azad nabe, heta Tirkiye azad nebe Rojhilata Navîn û cîhan Azad nabe.

‘TIFAQA ME YA AŞTÎ Û AZADIYÊ YE’

Bûldan, bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartinê û wiha got: "Tifaqa AKP-MHP'ê li ser hilbijartinê hatiye avakirin. Hilbijartin bi dawî bibe ew ê jî wê bi dawî bibe. Lê navê tifaqa me tifaqa jinê ye. Tifaqa me ne heta hilbijartinê ye. Tifaqa me tifaqa jinên Tirkiyeyê ye. Li Tirkiye tifaqa jinê tifaqa azadiyê ye. Tifaqa jinên Kurd, Ereb, Tirk, û hemû jinan e. Tifaqa aştî û azadiyê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li vê tifaqê bibin. Em dixwazin hemû dest bidin hev û bi hev re ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê tifaqê ava bikin. Hêviyên me mezin in. Ji ber ku em partiya wêrekiyê ne. Rêya me dirêj e, lê heviyên me jî mezin in. Serkeftin nêzîk e."

Mîtîng piştî stranan bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.