‘Jin hîmê bingehîn ên ekonomiyê ne’

Di Konferansa Ekonomiyê ya Jinan a Bakurê Sûriyeyê ya 1’emîn de ya li bajarê Dêrikê ya Rojava hate lidarxistin, bal hat kişandin ser xurtkirina ekonomiya jinan û hate destnîşankirin ku jin hîmê bingehîn ên ekonomiyê ne.

Konferansa Aboriya Jinê ya Bakurê Sûriyeyê ya 1’emîn li bajarê Dêrikê hat lidarxistin. Konferans bi axaftina nûnerên şandeyan dest pê kir û bi xwendina belgeya îdeolojiya aborî, didome.

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axivî, lidarxistina konferansê li hemû beşdaran pîroz kir û wiha got: ″Bi destê jinê geşedana aboriyê pêk hat, paşê ber bi kapîtalîzmê ve hat badan. Lê şoreşa Rojava ji nûve aboriya jinê ya xwezayî vegerand, ji ber ku jinê xwe di hemû aliyan de îspat kiriye. Afirîneriya aboriyê bi jîrbûna jinê pêk hat, ji ber ku wê gelek tiştên nû wek çandiniyê vedîtin.″

Evîn di berdewama axaftina xwe de, anî ziman şoreşa Rojava rastî êrîşên aborî hat, ambargo li ser herêmê hatiye ferzkirin û wiha domand: ″Ji ber vê yekê gelek projeyên taybet ên jinê di hemû aliyan de hatin çalakkirin, yek jê aliyê çandiniyê ye.″

Cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveber Şamîram Şemûn jî axivî, lidarxistina konferansê wekî pêngaveke dîrokî bi nav kir û wiha got: ″Şoreşa Rojava bi ruhê jina berxwedêr dest pê kir û serkeftin ji hemû aliyan ve hatin bidestxistin.″ ‫

Şemûn pêşengiya jinê di hemû qadên jiyanê nirxand û wiha domand: ″Jinê xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin kir, beşdarî xebatên siyasî, avakirina Rêveberiya Xweser ku bû bingeha avakirina Federaliyê bû û niha jî li di qada aborî serkeftinan bi dest dixe.″

Piştre jî Endama Desteya Aboriya Jinê ya bajarê Minbicê Nesrîn Minbic axivî û destnîşan kir ku vê konferansê bandoreke mezin li ser cihanê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Şoreşên ku bêyî beşdariya jinê pêk werin, civakê pêş naxin. Serkeftinên ku jinê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi dest xistine, ji bo jinên Sûriyeyê û cîhanê bûne mînak.″

Piştî axaftinan, belgeya îdolojiya aborî ji aliyê Endama Rêveber a Komîteya Jineolojî Zozan Sîma ve hat xwendin. Di belgeyê de geşedanên aborî û rola pêşeng a jinê di warê aborî de hatin vegotin, her wiha banga parastina rola jinê di warê aboriyê de hate kirin.