Jin ên Ciwan ji meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad her sê şoreşgerên li Parîsê hatin kuştin bibîr anî û ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad her sê şoreşgerên li Parîsê hatin kuştin bibîr anî û ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Azad ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad her sê jinên Kurd ên şoreşger bibîr anî û qetlîamker û kujer lenet kir. Her wiha bang hemû Jinên Ciwan kir ku bi ruhê Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan tevlî meşa 7’ê Çileyê ya li Parîsê bibin û xeta berxwedana jinên azad bilintir bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 9'ê Çileya 2013'an wê ti carî ji hişê jinên Kurd dernekeve û bal hat kişandin ser van xusûsan:
'KOMKUJÎ LI HEMBERÎ ÎRADE Û BERXWEDANA JINÊN AZAD HAT KIRIN'
"Bi kuştina her sê jinên azad dijmin dixwest xeta jina berxwedêr û serhildêr tine bike. Îro em zanin ku ew xet hîn bilintir bûye û ew ê xwe bigihîne asta herî jor, ji ber ku jinên kurd xwe rêxistin dikin û xwedî li îradeya xwe derdikevin. Ew sekna jinên kurd xwe ji helwest û pîvanên Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan digre.
Dibe ku her sê jinên berxwedêr îro fîzîkî ne di nava me de bin, lê belê fikir û ramanên wan wê heta gelê Kurd hebe hebûna xwe biparêze, bi hezaran jinên ciwan xwedî li mîrateya wan derbikevin. Li ser vê esasê em dibêjin 'Şehîd Namirin', ji ber ku ruhê wan her tim di nav gel de dijî. Ew ruh bingeha xwe ji Besêyan, Zîlanan, Bêrîtanan û Viyanan digre.
'LI HEMBERÎ HEMÛ ÊRÎŞAN EM Ê SERÎ RAKIN'
Roj bi roj komkujiya li dijî jinê zedetir dibe. Ev yek xwe ji têgihîştîna Jin ji bindestbûyin û kolîdariya mer derdixe holê. Zîhniyeta baviksalarî vê hêza jinê û îradebûyina jinê qebûl nake û bi her awayî êrîşî Jinê dike. Li hemberî hemû êrîşan, Jin bi taybetî Jinên Ciwan serî radikin. Jinên ciwan îro li hemberî vê rastiyê rûbirû dimînin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi her awayî şerê taybet li dijî wan dimeşîne. Dixwaze bê îradebûyin wek tîştek xwezayî bi jinê bide naskirin û bide qebûlkirin. Lê belê îro hemû Jinên ciwan pêwîste ji xwe re bêjîn; 'Ez ê jî bibim Ronahiyek di tarîbûyîna cîhanê de û bibim bersiva komkujiyên li dijî jinê, bi taybetî bibim bersiva komkujiya Parîsê ya li dijî sê jinên azad pêk hat'. Dibe ku îro kujerê wan sê şehîdan ji aliyê hêzên dagirker hatibe kuştin, em wek Jinên ciwan zanin ku em îro têkoşînê li hemberî hîşmendiya bi hezar salan dimeşinin. Çawa berxwedanek li Bakurê Kurdistanê di şexsê Axînan, Faraşînan û Serhildanan pêk hat pêwîste hêzên dagirker bizanibin ku em bê tirsin û ji bo azadiya xwe serî li ber dagirkeriye ti caran natewînin.
'KOMKUJÎ BÊ BERSIV NAMÎNE!'
Bila hemû kes bizanin ku ew komkujiya li dijî her sê Jinên Azad bê bersiv namîne. Em wek Jinên ciwan herdayim şopdarê wan bin. Li ser vê esasê em bang hemû Jinên ciwan dikin yên ku bindestî, koletî, dagirkerî û zilmê qebûl nakin, bi lez û bez û rêxistinî xwe berdin kolanan û qadan û bibin ronahiya jiyanê. Em bang li hemû Jinên ciwan dikin ku 7’ê Çile tevlî meşa li Parîsê bibin.