Jin ên ciwan ên HDP'î: Projeya zanîngehên jinan polîtîkayeke cihêkar e

Jin ên ciwan ên HDP'î diyar kirin ku bi projeyên zanîngehên jinan re desthilatdarî hewl dide jin ên ciwan ji civakê qut bike û bixe nava qalibên desthilatdariyê. Li dijî her cûre polîtîkayên cihêkar jî bang li jinan û her beşên civakê kirin ku têbikoşin.

Koordînasyona Jin ên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî projeya zanîngehên jinê, ku bi biryara Serokkomar Erdogan ketiye bernameya YOK'ê, li avahiya partiya xwe ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Tevî parlamentera HDP'ê Dersim Dag gelek jin tevlî civînê bûn.

'HEWLDANÊN JI BO AFIRANDINA JINÊN MAQÛL'

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag li civînê axivî û diyar kir ku desthilatdarî nêzî 20 sal in ji bo jinên maqûl biafirîne sîstema perwerdeyê bi kar tîne. Dag destnîşan kir ku projeya ji Japonyayê mînak hatiye wergirtin ji bo wê yekê ye ku jinan li malê asê bikin. Dag anî ziman, ev projeya ku sînoran datîne pêşiya jinan ji aliyê jinan ve nayê qebûlkirin û got, "Ev polîtîkaya tecrîdê ku di lîsteya 'yên wê bên kirin' a Serokkomar de ye, sînorê datîne pêşiya jinan hemûyan. Em zanin ku li pêşberî polîtîkayên afirandina jinên îteatkar, sîstema perwerdeyê tê bikaranîn. Em zanin ku li van zanîngehan wê perwerdeyeke çawa bê dayin."

Dersim Dag got, "Di rewşekê de ku bi dehan jin tên qetilkirin, em zanin ku yên kujerên jinan bêceza dihêlin li van zanîngehan sînorên çawa deynin pêşiya jinan" û diyar kir ku desthilatdarî hewl dide jin ên ciwan ji civakê dûr bixîne û bixe nava qaliban.

Dag destnîşan kir ku li dijî zanîngehên jinê ew ê ji bo qadên perwerdeyê yên azad, demokratîk, bi zimanê dayikê û ji aliyê nasnameya jinê ve hesas e, têbikoşin. Her wiha bang li jinan hemûyan kir ku li ber vê sîstema perwerdeyê rabin.

POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA LI JINAN

Endama Koordînasyona Jinê ya Ciwan a HDP'ê Esengul Kiliç jî diyar kir ku projeya zanîngeha jinê gava destpêkê ya ji bo modela ciwanên bi dilê AKP'ê ye û got, "Hikumeta AKP'ê ev polîtîkaya xwe ya qirêj, sîstema xwe ya perwerdeyê pêşkêşî paşverûtiyê, civatên paşverû û weqfên wan kir û bi vî rengî ceriband. Lê her carê bi berxwedana ciwanên lîse û zanîngehê bi serneket." Kiliç destnîşan kir ku AKP ji bo dînamîzma ciwanan tune bike, gelek kiryarên antî znaistî xistiye meriyetê. Kiliç diyar kir ku desthilatdarî dixwaze bi nêrîna xwe ya ji bo afirandina 'jin a maqûl' jinê bixe nava qaliban, lewma cihêkariya di bernameya perwerdeyê de işaretê bi vê yekê dike.

Kiliç bi bîr xist ku li gorî Rapora Newekheviya Zayendî ya Cîhanê di nava 149 welatan de Japonya di rêza 110'an de ye û got, "Ev dane bi tena serê xwe têrê dike ku divê polîtîkaya têkildarî jinan a li Japonyayê mînak neyê dîtin."

Kiliç anî ziman ku polîtîkayên hikumeta AKP'ê ji sala 2002'an ve dimeşîne 'polîtîkayên dijminê jinan e' û ragihand ku bi guhertina li qada perwerdeyê de hewl tê dayin jin ji qada perwerdeyê bê dûrxistin. Kiliç herî dawî bang li jinan hemûyan kir ku li dijî van polîtîkayên cihêkariyê têbikoşin.