Jin: Em ê destûrê nedin qanûna efûkirina tecawizê

Jinan diyar kirin ku ew ê destûrê nedin ku qanûna efûkirina tecawiza li ser zarokan, li meclîsê were qebûlkirin.

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) derbarê amadekirina qanûna efûkirina tecawizê û qanûna înfazê daxuyanike dan. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, çalakgerên TJA’yê û rêveberên HDP’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

‘DESTHILATDARÎ LI HER QADÊ ŞEWBÊ JI XWE RE DIKE FIRSEND’

Hevberdeka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû diyar kir ku AKP û MHP li her qadê şewbê ji xwe re dike firsend û ew ê li dijî van polîtîkayan bikoşin. Ûgûrlû bal kişand ser vî tiştî ku bi qanûna înfazê re girtiyên siyasî nehatine berdan lê mêrên ku li dijî jinan sûc kirine tên efûkirin.

Ûgûrlû diyar kir ku desthilatdarî ji bo ku efûya tecawiza li ser zarokan bike qanûn, ji ser rêxistinên sivîl, siyasetmedar û medyaya alîgir dixwaze bîne rojevê û ji xwe re zemînekê çêke. Ûgûrlû got ku, “Bi vê qanûnê de kesên li dijî zarokan sûcên îstîsmarê kirine, yên bi tecawizkarên xwe dizewicin wê werin berdan. Bi şertê zewacê berdana van kesên îstîsmar kirine tê wateya ku wê dîsa li ser zarokan îstîsmar were kirin û jiyana wan tijî şîddet be. Pê re jî wê şîddeta li ser jinan jî zêde bibe. Em ê li hemberî van qanûnan têbikoşin û nehêlin ku ev qanûn were qebûlkirin.”