Jinên Efrînî li Şehbayê jî rêxistinbûyî ne

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbîşîm got, jinên ji Efrînê derbasî Şehbayê bûn di demeke kin de xwe bi rêxistin kirin û diyar kir ku wê teslîmiyetê qebûl nekin.

Piştî ku artêşa Tirk tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kirin, şêniyên Efrînê ji neçarî koçî herêma Şehbayê kirin. Jinên Efrînî li kamp û gundên Şehbayê berxwedana xwe dewam dikin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedan a li Şehbayê Leyla Îbîşîm qala berxwedana jinên Efrînî yên li Şehbayê û kampan kir. Îbîşîm got, ji ber ku rêxistinbûyîneke wan a xurt heye, mîna bi hezaran jinên li Sûriyeyê ew ji hev belav nebûne û bi bîr xist, jinên li Sûriyeyê li kampên lê dimînin, firotin jî di nav de gelek kiryarên xerab tên serê wan. Îbîşîm anî ziman ku rewşa jinên li Rojava gelekî cuda ye û got, "Jinên li Rojava rêxistinbûyî bûn. Rastiya xwe nas dikirin. Bi hêza xwe zanîbûn. Bêguman bi saya felsefeya Rêber Apo xwe gihandibûn vê astê. Me xwe bi felsefeya Rêber Apo xurt kir. Vê felsefeyê nîşanî me da bê em çawa dikarin xwe bi rêxistin bikin. Hînî me kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Jinên Rojavayî li gorî pîvana 'azadiya jinê azadiya civakê ye' tevgeriyan û xwe bi rêxistin kirin."

JINÊN EFRÎNÎ LI SER PIYAN E

Îbîşîm jinên Efrînî weke mînak nîşan da û wiha dewam kir: "Me ji Efrînê koç kir û em hatin heta vê derê. Eger ne ji rêxistinbûna me ya bi hêz bûya, mîna bi hezaran jinên li Sûriyeyê em ê jî ji hev belav bûna û ji holê rabûna. Yekîtî û rêxistinbûna me kir ku em xwe ji nû ve komî ser hev bikin. Me xwe parastin. Eger jinên Rojava têk neçûn û neşikestin, ev yek bi saya mezinahiya felsefeya Rêber Apo ye. Jinên Efrînî li ser piyan e. Di berxwedana Efrînê de yên heta dawiyê li ber xwe dan û teslîmiyet qebûl nekirin jin bûn."

'DERKETINA JI EFRÎNÊ NE HÊSAN BÛ'

Îbîşîm diyar kir ku derketina ji Efrînê ne hêsan bû, ev êş di çavê her jin û zarokên Efrînê de xuya dikir û got, "Dema ku mirov li paş xwe dinere, dibîne ku xaka mirov, bajarê mirov tê talankirin. Mîna ku xaka me bang li me dike. Derketina ji wir gelekî zehmet bû."

JIN LI ŞEHBAYÊ JÎ RANEWESTIYAN

Îbîşîm diyar kir, dema ku ew gihîştin Şehbayê yên ku destpêkê xwe komî ser hev kirin û rêxistinbûna xwe ava kirin, jin bûn û anî ziman ku wan li Şehbayê yekser sîstema xwe ava kirin. Îbîşîm da xuyakirin, rêxistinbûna jinê, parastina jinê ya li Efrînê wan li Şehbayê jî dewam kirin û got, "Ji ber ku dema tu jinê biparêze, hingî tu yê temamiya civakê biparêze. Bêguman jinan êşên gelekî giran kişandin. Her jina ku êş kişand, em li cem bûn. Me êşa wê parve kir."

RÊXISTINBÛNA JINAN

Îbîşîm diyar kir, ew niha li Şehbayê herî zêde li ser perwerdeya jinê disekinin û got, "Dema ku jinek bê perwerdekirin, rastiya xwe nas bike û cihê xwe di nava siyasetê de bigire, hingî dikare xwe biparêze. Me li Şehbayê destpêkê komunên xwe ava kir. Di nava van komunan de komîteyên parastin, edalet, perwerde û yên din ava kir. Me dest bi perwerdeya xwe kir. Tişta ku dijminê me herî zêde dixwaze bike, belavkirina kampên me ye. Ji ber vê yekê em hewl didin li kampên xwe rêxistinbûn û yekîtiya xwe xurt bikin. Rêxistinbûna me çiqasî xurt be, wê hêza dijmin a êrîşî me bike ewqasî qels bibe."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Îbîşîm anî ziman, wan li nava kampê projeyên ku jin lê bixebitin û piştgiriya aboriyê jê bigirin afirandine û got, "Em ê ti carî dest ji rêxistinbûna xwe bernedin. Li ku dibe bila bibe em ê hewl bidin xwe bigihînin jinan û bi rêxistin bikin. Eger em karibin vê bikin, em ê karibin jinên li Efrînê yên di nava dagirkeriyê de ne rizgar bikin."