Jin bi hemû rengên xwe diçine Bakirkoyê

Bi hezaran jin diçine mîtînga 8’ê Adarê ya Platfortma 8’ê Adarê ya Stenbolê ku bi dirûşma "Li dijî şer, Rewşa Awarte, zayenditiyê, bi ked, nasnameya xwe em ji bo azadiyê li ber xwe didin" li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê pêk tê.

Berê sibehê jinan bi meşên girseyî yên ku li Dikîlîtaşê pêk anîn û Bakirkoy kirin bexçeyê rengan gotin ew ê rê nedin rejîma yekreng, faşîst û despot.

Jinan slav şandin ji zindanan re û jinên Efrînî re ku li ber xwe didin û gotin heta ku ew jiyaneke bê şer, wekhev, azad û aştî lê serwer ava bikin wê li ber xwe bidin.

Jinan pankartên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsên, ‘’Li dijî faşîzmê jiyan û jin’, ‘Ev wiha naçe an azadi an azadî, bijî 8’ê Adare’, ‘Ji bo jiyaneke bê şer û bê Rewşa Awarte’ vekirin û hemûyan bi hev re gotin, ‘‘jin jiyan azadî’, ‘ji şer re na, aştî aniha’’.

Polîsan pankartên dijî şer kom kirin, jin bi lîlandin, stran û kwîtanê hatin qada mîtîngê. Platforma 8’ê Adarê bi coşî girse pîroz kir.

Mîting ji bo jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Mîtîng bi axaftinan didome.