Jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Kadikoyê ne
Jin bi wesîleya 8’ê Adarê li Qada Îskele ya li Kadikoyê hatin ba hev. Jin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin.
Jin bi wesîleya 8’ê Adarê li Qada Îskele ya li Kadikoyê hatin ba hev. Jin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin.
Jinên ku li Qada Îskele ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê hatine ba hev, wê bi rengê kortejan bimeşin. Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê bi şîara “têkoşîna bi hev re” hatin ba hev.
Beriya kombûnê, polîsan hemû kolan û cadeyên Kadikoyê dorpêç kirin.
Di kortejê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinê ber bi azadiyê ve dimeşin” hate hildan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ber avahiya DEM Partiyê ya li Kadikoyê kom bûn. Jin bi alên “Jin Jiyan Azadî” û erbaneyan dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz dikin.
Di heman demê de jinên ku ji cadeyên cuda yên Kadikoyê hatin ba hev, ber bi qadê ve meşiyan.