Jin bi çalakiyan xwedî li pêngava KCK’ê derdikevin
Bi çalakiyekê ya li Montpellîerê pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ hate silavkirin. Zextên li ser jinan û HDP’ê jî hate protestokirin.
Bi çalakiyekê ya li Montpellîerê pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ hate silavkirin. Zextên li ser jinan û HDP’ê jî hate protestokirin.
Komuna Jinan a Delal Amed li bajarê Montpellîer a Fransayê pêngava KCK’ê silav kir û bi çalakiyekê jî têkildarî zextên dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li ser HDP’ê agahdarî kir.
Her wiha di çalakiyê de jî belavokên bi zimanê Fransî ku balê dikişîne ser destdirêjî, destavêtin û qetlîamên jinan ên li Tirkiyeyê.
Dîsa zextên li ser HDP’ê û jinan ên li Tirkiyeyê jî protesto kirin.