Koordînasyona Tevgera Jinan Kurd YJA’yê bi wesîleya salvegera 14’ê komploya 9’ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyêyê derket peyamek weşand û di peyamê de wiha got: “Em weke jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, polîtîkayên qirkirinê yên hêzên komploger yên li dijî gel, rêbertî û jinan tên meşandin tu carî qebûl nakin.”
Koordînasyona YJA’yê (Yekitiya Jinên Azad) di peyama xwe de wiha got: “Li hemberî Rêberê Apo di 9’ê cotmeha 1998’an de komploya navnetewî pêk hat û di ser de 14 sal derbas bû. Em van kesên ev komplo pêk anîn careke din nefret şermezar dikin. Em destnîşan diki ku dê li hemberî van hêzan dê têkoşîna me bilindtir bibe û di asta ku em komployê bê bandor bikin em dê têkoşîna xw bilindtir bikin. Em wekî jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên hêzên komploger bê deng namînin û em dê vê qebûl nekin. Em wekî gel li hemberî teslimiyet, îmha, înkar û pêkanînên faşîzan dê berxwedana bilind bikin û wiha bersivê bidin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev 14 sale Rêbertî li Îmraliyê di tecrîd û îzolekirinêde ye. Salek û du meh di ser tecrîdê de derbas bû. Tecrîd her diçe girantir dibe. Tu agahî ji rewşa wî nayê girtin. Di serî dê hêzên komploger yên navnetewî, dewleta dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya pirsgirêkê bê çareserî hiştin didomîne û din ava demê de ji bo ku gel hinekî razî bike di nava nêzîkatiyên cuda. Li hemberî vê polîtîkayê ku dixwaze bi serkeftî bimeşîne Rêber Apo asteng dibîne û ketiye nava pêvajoya îmha û tecrîda girankirî. Pêvajoya îmahê pêngav bi pêngav, ji bo rayagiştî amade bike û gelê me bide hîn kirin dimeşîne. Ger ku gel û rayagitşî vê yekê pê bidin qebûlkirin dê pêvajoya îmhayê lezgîntir bikin. Ger k udi serî de jin, hemû rayagitşî û gel vê rewşê qebûl neke dê li gorî vê polîtîka pêk bê. Jin, ciwan û gelê me divê vê polîtîkayê bibînin û divê êdî vê pêvajoya îmha û xapandinê qebûl neke û têbikoşe. Di vê mijarê de divê dengê xwe zêdetir bide hîskirin û divê pêvajoya tecrîd û îmhaya li Îmraliyê parçe bike. Dem dema vê ye û êdî derbas jî dibe. Niha dem dema tarumarkirina van polîtîkayên îmha, înkar û komployê ye. geşedan û dem ev îro zêdetir mumkun kiriye. Divê em vê bibînin û wisa tevbigerin.”
YJA’ê da zanîn ku wekî tevgera jinan şert û mercên Rêber Apo têde ye teqez qebûl nakin û wiha pÊ de çû: “Em dixwazin şert û mercên azadiyê yên Rêber Apo pêk bên û ji bilî vê em tu nêzîkatiyê qebûl nakin. Em careke din bi taybet dibêjin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane muxatap Rêber Apo ye. Ji bo ev pêvajoya muxatabiyê û xebat bên meşandin jî divê şert û merc bên afirandin. Ji bilî vê jî gel û tevger tiştekî din qebûl nake.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serokatiya me ev 14 sale di bin tecrîdê de ye. Em van şert û mercan qebûl nakin. Em jin ciwan, gel divê van şertan biguherînin. Divê em bi hemû têkoşîn, motîvasyon û sekna xwe li dora vê bibin xelek. Ji bo ku Rêber Apo di demeke kin de din av me de cih bigire divê em çaliyên xwe û hewlwesta xwe nîşan bidin. Pirsgirêka kurd ancax bi azadiya Rêber Apo çareser bibe.
Em careke din vê komployê şermezar dikin û em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku bila bi helwest û sekna xwe bersivê bidin vê komployê.”