Ji YJA-Starê ji bo Endama Konseya Leşkerî Aslan peyam

Ji YJA-Starê ji bo Endama Konseya Leşkerî Aslan peyam

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji bo Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA-Starê Surreya Aslan (Rojîn Gewda ku di encama pevçûna li navçeya Geverê ya Colemêrgê birîndar bû û piştre nehate rizgarkirin, peyamek weşand.

Fermandariay Biryargeha Navendî ya YJA-Starê diyar kir Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gewda) û gerîlyaê bi navê Halîl Aktar (Rîraz Eylo) ku di pevçûna 4’ê cotmehê li Geliyê Doskî yê navçeya Geverê qewimî de birîndar bûn, li gel hemû mudaxeleyan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîla Aslan ji destpêka Şerê Gel ê Şoreşgerî ve roleke girîng leyistiye û bi awayeke çalak tevlî çalakiyên li Orermar-Şitazinê bûye û di van çalakiya de xwedî rolek girîng e.

YJA-Starê di peyamê de bal kişand ser kesayeta Rojîn Gewda û got; “Hevala me Rojîn Gewda, di nava têkoşîna me ya azadiyê de felsefeya Rêbertiyê mezin bûye” û wiha berdewam kir; “Bi qasî asta bîrdozî û rêxistinî ya ku bi dest xistibû, di warê taktîkên leşkerî û stratejiyê de jî xwe pêş xistiye, yek ji fermandarên pêşeng ên artêşa me ya jinan ku xwe di vê çarçoveyê de perwerde kiriye û mezin bûye.”

Di peyamê de hate destnîşankirin ku gerîla Rojîn di salên têkoşîna azadiyê de li qadên pratîk ên têkoşîna me wezîve kiriye û herî zêde li herêmên Botan û Zagrosê maye. YJA-Starê bal kişand ser sekin, disîplîna leşkerî û bihîstiyariya wê ya di têkoşînê de û got; “Di warê dilsoziya hevaltiyê de her tim hevalek mînak bû.”

YJA-Starê got; “Hevala me Rojîn ku xwe di çarçoveya Bîrdoziya Rizgariya Jinê de perwerde kir û pêş xist, her tim bawer dikir ku divê têkoşîna me ya azadiya jinê bibe malê hemû jinan û bîrdoziya me bibe bîrdoziyeke gerdûnî û bibe malê hemû mirovahiyê. Hevala me ya ku di ferqa kûrahî û berfirehya têkoşîna me de bû, di vê wateyê de xwe diyarî doza azadiya jinê kiriye û milîtanek jin a xwedî bawerî, bi biryar û wêrek bû. Bi vî awayî demek tevlî xebatên Koordînasyona PAJK’ê ku navenda îdeolojiya me ye, bûye û li wir wezîfe û berpirsyartî kiriye. Tu carî di warê pîvan û rêgezên azadiyê de tawiz nedaye, bi sekna xwe ya li ser esasê van pîvan û rêgezên azadiyê jinê, di xebatên îdeolojî de jî mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih aniye.”

Artêşa me ya azadiya jinên YJA-Star tu carî Hevala me Rojîn ku sembola ked û hevaltiyê ye, dê tu carî ji bîr neke û her tim dê di nava milîtanên pêşeng û fermandarên ku dê her tim bên bîranîn de be. Çawa ku hevala me Rojîn bê ku bikeve tu fikar û gumanan hemû peywir û berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya Rêbertiya me, gelê me û azadiya jinê bi biryardariyeke mezin, îddîa û ruhê serkeftinê daniye ser milê xwe, em jî weke YJA-Starê soz didin wê û hemû şehdîên me yên şoreşê ku em dê teqez azadiya ku wê xeyala wê dikir bi dest bixin û tola wan hil bidin. Ked û hewldanên ji bo azadiyê dane bê encam namînin û Rêber Apo, gelê Kurd ê ku azad dibe, jinên Kurd dê tu carî Rojîn û milîtan û fermandarên weke weke Rojînê dibin nemir û dibin malê dîroka azadiyê ji bîr nekin.”