Ev e tiştê ku dihêle ev hêz veguhere moralê û bi vî rihî berê xwe didin ber bi têkoşîn û azadiyê. Lê kê got ku huner tenê ji bo hunermendan e? Û kê got ku şervan nizanin huner çî ye? Yên ku her kêliya jiyanê, her kolana ku tê re derbas dibin û di her hêviyê de ku di dilê gelê xwe de ava dikin jiyanê xweş dikin, ew in. Ji ber ku azadî lêgerîna rastiyê ye, ku tiştê herî pîroz ew e ku însan welatê xwe rizgar bike. Ev rastiya wan şoreşgeran e ku di rêya azadiyê de dimeşin.
Şervana YPJ’yê yek ji wan şervanan e ku cîhan ji zulm û zordestiya dijminên mirovahiyê DAÎŞ’ê xilas kir û dengbêjiyek diyarî hemû rêhevalên xwe yên ku îro li çeperên şer li hember wî dijminê hov ku ji exlaq û însaniyetê dûr e, şer dikin. Wekî ku tê zanîn di dîroka Kurdan, Ereb û gelên din de dengbêjî xwedî girîngiyeke ye ku bi dengbêjiyê gel êş, azar, destanên xwe yên dîrokî û şahiyên xwe tînin ziman. Şervana YPJ’yê Hêvî jiyan, destana Derwêş û Edûlê di kesayeta rêhevalên xwe û şervanan de distrîne. Ew şervan di çeperên şer de parastina welat û axa xwe dikin, wekî ku Derwêş li hember wan dijminan ji bo dîtina Edûlê şer kir. Ji ber Edûlê ne tenê kesek bû, Edûlê welat û civaka Derwêş bû. Derwêş parastina ax, welat û eşîreta xwe kir û di oxira wê de ruxmê ku dizanîbû êdî wê Edûlê nebîne ji bo wê canê xwe feda kir û bi vî awayî navê xwe, destana xwe û fedekariya xwe di dîrokê de neqişand. Di roja me ya îro de şervan û fedaiyên me destanên wiha careke din zindî dikin.
Hevî Jiyana ku beriya salekê tevlî nava refên YPJ’yê bû wiha got, “Bi rêya dengbêjiyê ez hestên xwe ji bo rêhevalên xwe û gelê xwe yê berxwedêr ên ku li Bendava Tişrînê re tînim ziman. Bendava Tişrînê ku bi saya wan destanên ku bi berxwedanê hatin nivîsandin bû Bendava Şehîdan. Me îro çek ne tenê ji bo parastina xwe hildaye, me ev çek ji bo parastina xeyalên xwe û gelê xwe hildaye ku em jiyaneke bi aşîtî û ewlehiyê diyarî gelê xwe bikin.”
Hevî bi milekî xwe çekê radike û milê din jî ji rêhevalên xwe re dihêle û bi dengê xwe yê zelal wan dengbêjiyan dibêje. Ev jî wateyeke cuda dide jiyan û têkoşîna wê û hêvî û moralê di dilê gel û zarokan de dide çandin. Hêvî da ku ji bo wan pêşerojeke azad û ronîdar bihêle, rêya ewlehî û aşitiyê ava dike.