Ji rêxistina jinê ya Bakurê Efrîkayê piştevaniya bi rojnamevanên jin ên Kurd

Rêxistineke jinê ya li Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn kar dike, êrişên li dijî rojnamevanên jin ên Kurd bi tundî şermezar kir û işaret bi girîngiya piştevaniya li dijî rejîmên zordar kir.

Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn, êrîşa dewlet a Tirk li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyeyê şermezar kir ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. 

Rêxistinê bang li tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku li hember van êrîş û zehmetiyan, bibin yek, eniya xwe xurt bikin û ji bo sekna li hember pergalên zordest pêwîstî bi piştgiriyê heye.

Her wiha rêxistinê eşkere kir ku sûcên wiha têkoşîna wan ranawestînin û got, "Lê berovajî wê xwîna şehîdan wê bibe çirûska mezinkirina têkoşînê heta wekhevî û edaletê bi dest bixin."