Ji PYD’ê kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan

Meclisa Jinan a PYD'ê bi dirûşmeya "Yekitiya têkoşînê ya jinan wê tundiyê bi dawî bike" kampanya da destpêkirin.

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan du kampanya dan destpêkirin.

Meclîsê da zanîn ku bi dirûşma "Yekitiya têkoşînê ya jinan wê tundiyê bi dawî bike" kampanya sêyemîn daye destpêkirin.

'EM Ê TUNDIYA LI SER JINAN BI DAWÎ BIKIN'

Daxuyaniya Meclisa Jinan a PYD’ê wiha ye:

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan, du hemle dabû destpêkirin. Meclisê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi dirûşma “Bi têkoşîna hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe” dest bi hemleya sêyemîn dikin.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a PYD’ê wiha ye:

“Dîroka jinan tijî lehngî û têkoşîn e û di heman demê de tijî fedakarî ye ku bi saya têkoşîna wan şoreşa me gihaşt vê astê. Her wiha jinan di şoreşa Rojava gihaşt tevahiya qadên siyasî, aborî, civakî, leşkerî û dîplomatîk, çirûska azadiyê û hêviyê da hemû jinên cîhanê.

Lê tevî van hemûyan jî diyardeya tundiyê li dijî jinan bi hemû cûreyên wê ji aliyê hêzên serdest û zihniyeta baviksalarî ve didome ku her tim şikandina vîna jina azad armanc dike. Lê di nav civaka me de em her roj dibînin ku jin rastî cûreyên herî dijwar ên zilm, tundî û kuştinê tên.

Em weke Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a (PYD) li ser bingeha partî û meclis di têkoşînê de dixebitin, em soz didin ku em ê bi rêya hemle û çalakiyan hemû cureyên tundiyê li ser jinan di civakê de tune bikin.

Hemleya me ya yekemîn di meha ‘Îlonê’ de bi dirûşma ‘Dev ji kuştina jinan berdin’ û hemleya me ya duyemîn di meha Sibatê de bi dirûşma "Na ji komplo re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re" û îro jî bi riya vê daxuyaniyê em berdewama hemleya xwe ya sêyemîn bi dirûşma ‘Bi têkoşîn hevgirtina jinan tundî bi dawî dibe’ radigihînin.

Em sûcên kuştinê yên derheqê jinan di civakê de şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ji bo rê li ber vê diyardeyê bigirin û koletî û neheqiyê ji holê rakin, bibin yek. Ji ber ku bi vîna jina azad û hêza wê em ê teqez bigihêjin azadiyê û serkeftinê.”

BERNAMEYA ÇALAKIYÊ

PYD’ê bernameya xwe ya çalakiyê wiha eşkere kir:

“Ji bo kêmkirina sûc û piştgirîkirina mafên jinan wê ji bo saziyên çapemeniyê form bên çêkirin.

-Belavkirina broşûrên hişyariyê têkildarî mafên jinan û cezayên binpêkirina wan mafan li gorî qanûnê.

- Wê semîner ji mêran re bên dayîn.

-Daneyên îstatîstîkî yên li ser belgekirina mirina jinan û cezayên ku ji aliyê Meclîsa Edaleta Civakî ve li bersûcan hatiye dayîn dê bên eşkerekirin.

-Damezrandina platformekê li seranserî kantonên Hesekê û Qamişlo û gotûbêjkirina mijarê bi jinan re.

- Wê bi beşdariya parêzer û meleyên herêmên Minbic, Firat û Şehbayê forûmeke diyalogê bê lidarxistin.