Ji PAJK’ê der barê grevê de daxuyanî

Ji PAJK’ê der barê grevê de daxuyanî

PAJK’ê der barê greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku peywira her kesî ye ku bê deng nemîne û banga hestiyariyê kir.

Koordînasyona PAJK’ê (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan) der barê greva birçûnê ya ketiye 35’an de daxuyaniyek da. Koordînasyonê greva birçûnê ya bê dem û dorneveger ya ku siyasetmedar, rojanmeger, parêzer û welatparêzên di çarçoveya doza ‘KCK’ê’ de hatibûngirtin, ketinê silav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta faşîst ya AKP’ê piştgiriya DYA û YE’ê yê wergirtiye û kurdên hevkar jî girtiye pişt xwe û ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, dixwaze têkoşîna azaidya gel tasfiye bike. Gelê kurd vê carê di gelek warî de fîzîkî, civakî, aborî û çandî de qetl kiriye. Ev pergala ku dixwaze hemû kurdbûnê ji dîrokê paqij bike bûye belaya serê mirovahiyê û yekane rê ji bo xwe qetilkirinê dibîne. Li aliyekê li ser Rêbertiya me tecrîd, zext û êrîş pêk tên. “

PAJK’ê di daxuyaniya xwe wiha got: “Berxwedana li girtîgehan careke din îsbat kir ku têkoşina gelê kurt têk naçe. Têkoşîna rêberê me afirandiye, vejîna azad ya gelê me saxlemtir kiriye. Bi şîara ‘Yan jiyana azad yan jî qet’ ji bo hemû gelê kurd jiyan çiqas girîng e û serkeftin çiqas nêzî ji nû ve li dîrokê dinivîse. Mîrateya me ya têkoşînê çiqas xwedî bingeh e û çiqas bi hêze ku pêşerojê pêşwazî dike hemû cîhan dibîhîze. Xwedîderketina radîkal ya li Rêber Apo, esasa nirxên ku Serok Apo û şehîdên me yên nemîr afirandiye, îsbat dike ku em ji nû ve xwe çawa bi rêxistin din û şensê me yê jiyana azad çiqas bilind e. Di xeta serokatiyê de her ku em xwe mezin bikin, wek gel û tevger her ku em yekitî û bihevrebûna xwe bilind bikin îbast dike ku dê hêz bi hesabên şaş nêzî me nebin û em dê her tim serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Koordînasyonê diyar kir ku di vê asta ku niha em hatinê de gotin qediyaye û çalakî ketiye dewrê û wiha bang kir: “Êrîşên înkar û îmhayê her diçe zêde dibe. Ji bo vê jî tu şert û merc namaye. Çawa ku xeta berxwedanê ya 14’ê tîrmehê bû destpêka gîhandina têkoşîna gel û ruhê gerîla, berxwedana zindan niha jî dê bibe navê gihandina statuya nasnameya kurdan û şertên aza yên Rêber Apo. Em di serî de bang li hemû gelê kurd û tirk dikin ku bila piştgiriyê bidin vê berxedanê. Ev peywira hemû kesî ye. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê bê deng nemîne.”