Ji nav 10 jinên rojnameger şîddet li 6’an tê kirin

Komîsyona TGS Jin û LGBTÎ bi 221 jinan re anket çêkir û diyar kir ku ji sedî 63’ê jin rastî cudakariya zayendî û li ser 47,5’an jî şîddeta polîs û rêveberan heye.

Komîsyona Jin û LBGTÎ ya Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê di Sibata 2018’an de li Tirkiyeyê di nav jinên rojnameger de anketek çêkir. 221 jin bi rêya sanal tevlî anketê bûn. Anket ji aliyê Gülfem Karataş û Zeynep Yüncüler hate eşkerekirin ên ku di komîsyona Jin û LBGTÎ ya sendîkayê de ne. Li gorî anketê nîvê beşdaran diyar kirine ku ‘ji ber zayenda xwe li cihê kar cudakarî lê tê kirin’ û ji sedî 55’ê beşdaran diyar kirine ku ew bi qasî mêran meaş nastînin. Nîvê beşdaran diyar kirine ku şîddet li wan tê kirin.

ZEXTÊN CIVAKÎ BANDORÊ LI AZADIYÊ DIKIN

Endama komîsyona Jin û LBGTÎ ya sendîkayê Gülfem Karataş xebata anketê ji ANF’ê re nirxand û got, “Me gotibû ew ê agahiyên beşdaran veşartî bin. Di encama anketan de derket holê ku, em ji bo lêgerîna heqê xwe serî li tu derê nadin. Di vê anketê de me du kategorî çêkir. Yek cudakariya zayendî û ya din jî şîddet. Li gorî encamên anketê ji nav 10 jinan 6 jin dibêje ku ‘Ji ber zayenda xwe li cihê kar, cudakarî li min tê kirin’. Di heman demê de ji sedî 44’ê jinan jî diyar dikin, ‘Ji ber zayenda xwe zehmet e ku, ez terfiyê bistînim’. Di anketan de ji sedî 40’ê jinan diyar dikin ku ‘Ligel ku ez û mêrek em heman karî dikin, meaşê min ji yê wî kêmtir e.”

DI REWŞA AWARTE DE ŞÎDDET ZÊDE DIBE

Di raporê de tê diyarkirin ku bi Rewşa Awarte re şîddeta polîsan a li ser wan zêdetir bûye.  Di rapora anketê de tê diyarkirin ku ji sedî 61 jin şîddeta psîkolojîk li wan tê kirin û ji sedî 17’ê jinan diyar kirine ku li ser wan şîddeta fîzîkî hatiye kirin. Ji sedî 15,5 jin jî diyar dikin ku şîddeta zayendî li wan hatiye kirin. Li gorî encamên anketê herî zêde rêveber, hevalên kar û polîs şîddetê dikin.