Ji Leyla Guven re name hate şandin
Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan a li herêma Vîlleneûve Saînt George ya li paytexta Fransa Parîsê, ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re nameyek şand.
Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan a li herêma Vîlleneûve Saînt George ya li paytexta Fransa Parîsê, ji Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re nameyek şand.
Di çarçoveya kampanya "Tu jî nameyekê binivîse" de, jinên Kurd ên li Parîsê ji Leyla Guven re name şandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Di nameyê de hate gotin, "Çalakiya we çalakiya me ye, berxwedana we rûmeta me ye" û hate ragihandin, jinên Kurd ên li dîasporayê wê timî bi Guven re bin.