Tevgera Jinên Kurd KJB’ê da zanîn ku bi çalakiyên pasîf mirinên li girtîgehên nayên astengkirin û wiha got: “ Divê çalakiyên pasîf û bê bandor bê derbaskirin û divê çalakiyên radîkal yên lezgîn bên rêxistinkirin û divê qad bên tijekirin.”
Koordinasyona KJB’ê (Koma Jinên Bilind) der barê girevên birçîbûnê yên bê dem û dorneveger de ku kete roja 43’emîn daxuyaniyek nivîskî weşand.
KJB’ê da zanîn ku grevên birçîbûnê yên girtîgehan di salvegera darbeya 12’ê îlonê de hatiye destpêkirin û bi vê darbeyê re bi sedan kadro û sempatîzan hatine girtin û rastî îşkenceyên giran hatine. KJB’ê da zanîn ku armanc ev bû ku îxanet û teslîmiyetê fez bikin bikin û di şexsê girtîgehan de gelê kurd tevgerê teslîm bigirin.
KJB’ê wiha got: “Çawa ku Kemal Pîr Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz pêşengî kir û berxwedana girtîgehê ruhê berxwedana li dijî teslîmiyet û îxanetê bilind kir, di vê pêvajoyê de jî dê berxwedana hevalên me yên girtîgehê dê xurt bibe. Ev berxwedan berdewama ruhê berxwedana fedayî ya ku hevalên me bi pêşengiya Rêber Apo dabûn destpêkirin didome. Ev hamleya ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin divê xwedî lê derbikevin. Ev peywira herî pîroz e.”
KJB’ê da zanîn ku ev pêvajoya ku navê wê danîn ‘Şerê şoreşger yê gel’ aliyê wê yê herî girîng serhildanên gel in û hate diyarkirin ku li cihê ku gel tune be şoreş pêk nayê.
DIVÊ ÇALAKIYÊN PASÎF NEYÊN KIRIN
KJB’ê banga xwedîderketinê kir û got ku divê bi serhildanan xwedî li berxwedana girtîgehan derkevin. KJB’ê wiha got:
“Gireva girtîgehê gihiştiye asteke krîtîk. Ligel vê hêj çalaki û daxuyaniyên rutîn tên kirin. Ev jî bes tê dîtin. Divê dest êdî ji çalakiyên pasîf û bê bandor bên berdan. Bi daxuyaniyan rayagiştî ya cidî çênabe. Lê potansiyeleke me ya bi hêz heye. Divê em vê potansiyelê bi rêxistin bikin û vebiguherînin serhildanan. Di serî de jin û ciwan divê hemû kes dakevin qadan. Gelê kurd bi dehan carî ev îsbat kiriye. Niha dikare bi hêztir îsbat bike. Em wekî tevger niha bi hêztir û mezintir in. Divê şêwazên pasîf em berdin. Divê em xwe bi rêxisin bikin û têkoşînê bilind bikin. Roj roja azadkirina Rêber Apo ye. Roj roja di şêwaza fedayîbûna Zîlan, Bêrîtan, Egîd û Kemal Pîr e. Roj roja xwedîlêderketinê ye.”