Di roja sêyemîn a 5'emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan de “Meşa Azadiyê” bi heybet hate lidarxistin. Di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û jinan piştgirî dan greva birçîbûnê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di sêyemîn roja 5'demîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan de vê sibehê saet 09.00’an bi boneya azadiya Rêberê Gelê Kurd, piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê û bilindkirina têkoşîna jin bi navê “Meşa Azadiyê” ya jinan bi beşdariya gelê wargehê bi heybet dest pê kir.
Danê sibehê di serî de keçên ciwan, jin û dayik bi cil û bergên xwe yên Kurdî, bi alên PKK’ê HPG’ê, KJB û alên ku wêneyen Rêberê Gelê Kurd li ser, li semtên xwe kom bibûn û ber bi şaredariya wargehê ve herikîn. Jinên ciwan li pêşiya girseyê bi lêxistina erbena, def û daholan rengîniyek dan meşê. Di meşê de girseyeke qelebalix xort û zilamên wargehê jî amade bûn. Girseya ku li ber deriyê wargehê kom bû heta ber bi buroya Neteweyên Yekbûyî ve meşiya û ji wir jî derbasî Qada TEV-ÇAND a Wargehê bûn. Di meşê de dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin gotin; her wiha sirûda “Herine Pêş” û “Çerxa Şoreşê” hatin gotin.
Li Qada TEV-ÇAND’ê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rustem û endama Meclîsa Îştar Selamet Erdogan li ser navê Meclîsa Îştar axaftinek kir. Selamet Erdogan ku bal kişand ser 20. Salvegera Şehadeta Fermandara Gerîlla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li ser çalakiyên grevên birçîbûnê jî rawestiya. Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin, di zîndanan de berxwedana berxwedêran berdewam e. Em piştgiriya wan dikin. Li hemberî êrîş û pêkutiyên dewleta dagirker ev meşa me ya ‘Meşa Azadiyê’ bi boneya azadiya Rêber Apo hatiye lidarxistin. Ev mîhrîcan û meşên me yên bi heybet bersiveke herî rast ji dagirkeriyê re ye. Çalakiya berxwedêrên zîndanan bi ruhê Kemal û Xeyriyan çalakiyên xwe berdewam dikin. Ji me tê xwestin ku em piştgiriya berxwedêren xwe dikin. Û divê weke gelê Kurd em berpirsiyarî û wezîfeyên xwe zanibin. Em bang li wan kesên ku ji xwe re dibêjin, em demokrat û aştîxwaz in dikin, bila li zîndanan binihêrin.”
Mamoste Elî Hemed Saleh bavê Gerîlla Karwan Gabar, ku 14’ê îlonê de ligel 8 hevalên xwe li hemberî Qereqola Haruna ya Şemzînan di çalakiya fedayî de jiyana xwe ji dest dabû axaftinek kir. Elî Hemed Salih ku 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan silav kir, tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd şermezar kir û got, “Divê em wek gelê Kurd tu carî serê xwe li hemberî dijmin netewînin. Êdî sînorên ku dagirkeran çêkirine ji bo gelê Kurd bê wate bûne. Divê em li her parçeyên Kurdistan xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û wezîfeyên xwe bînin cih. Divê em azadiya Rêber Apo ji xwe re esas bigirin û li berxwedana zîndanan xwedî derkevin.” Piştî axaftina Mamoste Elî Hemed Saleh gel dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zîndanan” bilind kirin.
5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan îro jî bi aktîvîteyên cuda bidome.