Ji Jinên Azadîxwaz banga têkoşîna hevpar

Ji Jinên Azadîxwaz banga têkoşîna hevpar

Endama Rêxistina Jinan a Azadîxwaz ya Kurdistanê Viyan Şoreş, ku li Başûrê Kurdistanê xebatê dimeşîne bal kişand ser kuştin û cinayetên li hemberî jinan ên li Başûrê Kurdistanê pêk tên û got; “Heya yekîtî di nava jinan de pêk neyê, yekîtiyeke netewî jî pêk nayê. Heya jin azad nebe, civak azad nabe. Divê jin li her çar perçeyên Kurdistanê yekîtiyeke xurt ava bikin, ku pêşerojeke azad diyariya zarokên pêxwas ên welatê me bikin.”

Li Başûrê Kurdistanê, di her 24 saetan de jinek di bin navê namûsê de tê kuştin. Li hember şîdeta ku li ser jinê tê meşandin rêxistinên jinan helwestên çawa nîşan didin, di heman demê de ji bo mafê jinê û azadiya jinê li Başûrê welat çi pêwîst e û jinên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya civakê dikarin çi bikin? Me ev pirs ji Endama Rêxistina Jinan a Azadîxwaz ya Kurdistanê Viyan Şoreş pirsîn.

Piştî mudaxeleya Amerîka li Iraqê, di Başûrê Kurdistanê de hikûmeteke herêmî hate avakirin. Wer hate hesab ku wê piraniya pirsgirêkên civakê dawî lê bên, lê belê di mijara tund û tûjiya li ser jinan de ti guhertin çênebû? Hûn rewşa jinên Başûrê Kurdistanê çawa dinirxin?

-Bi giştî rewşa jinan di her çar perçeyên Kurdistanê gelek cidî ye. Jin di bin navê azadiyê de di hemû cihanê de çawa tê xapandin û ji bo qezenca Modernîteya kapîtal çawa tê bikaranîn, em vê yekê baş dizanin. Jin di serdema niha de xidama modern a pergalê ye. Jixwe li her derê cîhanê zagon û têbîniyên zayendperest serwerin. Lê belê li Rojhilata Navîn ev yek hîna berçavtir bi şewazên cuda cuda tê meşandin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê rewşa jinan girantir e. Piştî mudaxeleya Amerîkayê çêbû, di nav gel de hêviyek ava bû. Herkesê/î digot wê ji niha û şûn ve hikûmeteke me çêbe, êdî nema qeyrana berê ku bi dextên û komkujiyên Sedam di asta jorê de bûn, dewam bike. Jixwe jinan jî digotin em dikarin ji bo çareseriya pirsgirêka jinê gelek tiştan bikin û azad bijîn. Hêviyeke wisa di nav gel de hebû. Mixabin piştî avakirina hikûmeta herêmî, pirsgirêka jinan kêm nebû, berovajî zêdetir bû. Asta kuştin û xwe kuştina jinan gelek zêde bûye. Berê di Başûr de xwe kuştina jinan pir kêmtir bû. Jin di dema şer, koçberî û xizantiyê de xwe zêdetir azad didîtin. Di wan deman de bi qasî roja me ya îro li ser jinan zext nîn bûn. Niha, civaka wê demê paşverû tê dîtin, lê belê pîvanên exlaqî di wê demê de bilindtir bûn. Her roj em kuştina jinan dibihîzin. An dikujin, an jî ber bi xwekujiyê ve dehf didin. Ango jinek dema xwe dikuje ne ku bixwe biryara vê dide, ew kesên derdor, ew civak wê kesê ber bi xwekuştinê ve neçar dikin û mecbur dihêlin ku xwe bikuje. Dibêjin yan tê xwe bikujî an jî em ê te bikujin. Biryara xwekuştinê jî li ser jinan tê sepandin. Jin ji pir aliyan ve di bin zextan de ye. Weke mîsal; di malbatê de jin dibîne ti nirxeke wê tine ye, li hemberî wê bêrêzî tê kirin. Di bin zextekî derûnî û fîzîkî de dimîne.

JINÊN DI PARLAMENTOYÊ DE NE XWEDÎ BIRYARIN

Zagonên ku di parlementoyê de derdikevin piranî bi feraseta mêr ango zayendparêzî têne amadekirin. Di parlementoyê de jî hejmara jinan ne kêm in. Gelek jin cihê xwe di parlementoyê de digrin. Em dema tabloya ku derketiye dinêrin nakokiyek pir mezin derdikeve holê. Hûn vê nakokiyê çawa dinirxin?

-Rast e, nakokiyeke mezin e. Hijmara jinan zêde kirine, lê belê ew jin di parlementoyê de temsîla jinan nakin. Tenê dixwazin ji derve re bêjin ku em demokrat in, pêşketî ne, evqas cih didin jinan. Ev jin temsîla zilam dikin, zilam çi bêje ew jî berdevkiya wan dikin. Ew jin ne xwedî biryar in. Girêdayî partiyan e û li gorî partiyan tevdigerin. Di nav parlementoyê de ne serbixwe ne. Wek dîmen danîne wir, ti îradeya wan, an jî hêzeke wan a ku li hember zilaman têkoşîn bikin, tune ye. Tu hêza wan tine ye ku li hemberî şîdeta li ser jinê derbikevin û hin guhertinan çêbikin. Dibe bê bîra we, parlemento zagona cewaza bi pir jinan re, erê kiribû. Zilamek dikare bi 4 jinan re bizewice. Jin jî li wir beşdarî vê biryarê bûn, destên xwe rakirin. Çawa jinek dikare ji bo pirhevseriyê dengê xwe bide. Ewilê rêxistina me li hemberî vê zagonê refleks nîşan da û helwesta xwe diyar kir. Piştî me rêxistinên din nerazîbûn nîşan dan. Lê destpêkê ti helwest, refleks tine bûn. Jixwe ji civakê jî bertekeke nehate nîşan dayîn.

Ango mirov dikare bêje hem di nava nûnerên jin di parlementoyê de, hem di nava rêxistinên jinan û bi giştî di nava civakê de di mijara jinê de têgihîştin lewaz e?

-Jinên Başûr ji ber ku cewhera xwe, îradeya xwe nas nake, ji ber ku nizane çiqas tê pelçiqandin, ji ber vê jî nikare di der barê xwe de biryar bide. Jinên siyasetmedar jî di nav de, ne xwedî zanebûneke zayendî ne. Jixwe hêzên Rojavayî dixwazin civaka Başûrê Kurdistanê di milê exlaqî de bixin û heya astekê jî, em dikarin bêjin ev yek pêk jî anîne. Ku exlaqa civakê hate rûxandin, jixwe ew civak bixwe tune dibe. Bi gelemperî li Rojhilata Navîn teqlîdeke pir xirab a şêwazê jiyana modernîteya Rojava heye. Bi cil û berg dixwazin xwe bişibînin Ewropayê. Di Başûr de jî ev gelek li pêş e. Tu mêze dikî, jin ji aliyê cil û berg de pir rehet û vekirî dikare li xwe bike, lê ew jina ku wiha xwe azad dibîne, li hemberî pirsgirêkeke pir piçûk bi kuştina namûsê re rû bi rû dimîne. Tu helwesteke civakî û qanûnî jî çê nabe. Li Başûr şêwazeke wisa heye, ez bixwe şahîdê wê bûm, bira xwîşka xwe dikuje, ciran ji polîs re telefon vedike, lê belê polîs dibêje heya endameke wê malê şikayet neke, em nikarin biçin li wir kesekî bigrin. Binêrin, di hindurê malê de hem kujer heye, hem kesa ku hatî kuştin, lê belê polîs nikare mudaxele bike. Dibêje pirsgirêkeke malbatî ye. Jinek ji hêla bira, bav û zilam ve tê kuştin, polîs mudaxele nake, ji ber di zagonan de pirsgirêkên wisa malbatî têne hesabkirin. Mijara namûsê ne û keseke ji derve nikare mûdaxîl bibe. Gelek mînakên wisa hene. Hikûmet mûdaxele nake, bi şêwazekê vê nêzîkatiyê rewa dike. Di kuştina jinekê de mohra namûsê li ser be, kes nikare tiştekê bêje û bike. Dema malbat jî şikayet neke, ew kes tu ceza nagire.

Kesê têne kuştin, heke zilam be, dîsa heman zagon dibe mijara gotinê?

-Ez bi mînakekê dixwazim vê yekê vebêjim. Li Kelarê du meh berê jinek 14 sale ji hêla hevserê xwe ve rastî şîdetê dihat, hevserê xwe kuşt. Jin dixwaze zilamê xwe berde û serî li hemû sazî, dezgehên hikûmetê, mela û nasan dide, kes alikariya wê nake. Diçe saziyên jinan jî cardin wê dişînin gel hevserê wê. Herî dawî mêr cardin li ser wê şîdetê pêk tîne, lê dide, ew jin jî cînet derbas dike û bi guleyekê hevserê xwe dikuje. Li ser bûyerê çend saet derbas nabe ku biryar derxistin, ew jin divê were kuştin. Mele jî fetwa da, perlemenê jî biryar derxist ku jin divê were kuştin. Ji ber ku zilamek! kuştiye. Lê belê ji aliyê din ve rojane bi dehan jin têne qetilkirin, kes qatîlên wan heta nagire û jê hesab jî napirse. Li ser kaxizan dibêjin di 24 saetan de jinek tê kuştin, lê belê pir ji bûyerên bi vî rengî têne veşartin û ser wan tê girtin. Ji bo parastina jinan tu zagon jî tuneye. Di Başûr de tu ewlehiya jinan tune ye. Di asteke pir wehşet de, jin bê ewlehî dijîn. Her dem mêrek dikare jinekê bikuje û ser bigire. Zagon û hikûmet jî li hember van dikare bêdeng bimîne û helwestekê nîşan nede.

RÊXISTINÊN JINAN GELEK IN LÊ PARASTINÊ NAKIN

Evqas saziyên jinan hene li Başûr, di heman demê de ev rewş bi awayeke eşkere binpêkirina mafê mirovan e, saziyên mafên mirovan li hemberî vê rewşê helwesteke çawa nîşan didin?

-Li Başûrê Kurdistanê gelek rêxistinên jinan hene. Tu li ku derê mêze dikî rêxistineke jinan ava bûye, lê helwesta wan ne helwesteke demokratîk û azadîxwaz, an jî parastina mafê mirovan e. Ji ber ku ew rêxistin her yek girêdayî partiyekê ne. Di bingehê de ne rêxistinên jinan in. Duvikê partiyan in. Berdewama zihniyeta zilaman in. Yên ku helwest nîşan didin jî helwesta wan pir lewaz e. Dikarin ji bo kuştina jinan, dayîna peyamekê têr bibînin. Car caran bi dayîna daxuyaniyekê, xwe bi sînor dihêlin. Piştre wek qanûn û hikûmetê, ew jî bêdeng dibin. Tenê kareke baş dikin, ew jî her meh hejmara jinên ku hatine kuştin û xwe kuştine eşkera dikin. Ew jî ne hejmara rast e. Ji ber ku ew hejmar li gorî qeydên fermî têne girtin. Hikûmet tu carî hejmara rast eşkere nake. Niha rêxistinên jinan ku li Başûr hene, bi yek dengî li hemberî zagonên dewletê derbiketana û civakê bi rêgezên azadiyê pêş bixistana wê kuştina jinan ewqas pêşneketibûya. Dema jinek gefa kuştinê li ser hebe û hewara xwe digihîne wan rêxistinan, ew rêxistin bi hevserê jinê re îmzayekê dide avêtin ku heke jina xwe bikuje, wê ji wî pereyeke pir mezin were xwestin û wiha jî jinê didin wî. Herkes dizane ku di Başûr de dema navê namûsê kete li ser jinekê, nemumkine ku ew jin neyê kuştin.

OTOPSIYÊ NAKIN BÛYERÊ DINIXÛMÎNIN

Ango jinên ku ji ber tirsa kuştinê xwe diavêjin rêxistinên jinan, ew jî wan bi pere difroşin malbata wan?

-Ku em rewşa derdikeve holê mêze bikin rast e, bi şêwazekê têne firotin. Ji ber ew jin ji ber malbatê direve û dixwaze xwe ji wê pergalê xilas bike. Encax ew rêxistin, jinê cardin teslîmê kuştinê dikin. Gelek caran jî malbat keça xwe dikuje û piştre wek ku wê xwe kuştiye nîşan didin. Bi guleyekê, an jî bi çaqûyê, an jehrê didinê. Bi van şêwazan jinê dikujin û benzîn li ser wê dirijin, dişewitînin, dibêjin xwe kuştiye. Ji derdorê re dibêjin psîkolojiya wê xirab bû. Herkesê îkna dikin ku ew jin ne normal bûye û xwe kuştiye. Di Başûr de heke jinek xwe bikuje, jixwe otopsî nakin. Nabêjin çi bûye, çawa bûye? Bi ser bûyeran de digrin.

Hûn jî wek rêxistineke jinan, didin diyarkirin ku ji bo azadiya jinê dixebitin. Li hember rewşa ku li Başûr heye têkoşîna we çawa ye?

-Di serî de em gelek girîngî didin azadiya rêgezî. Divê jin di ferqa vê de bin. Mafê xwe binasin. Em zêdetir bi semîner û perwerdekirina jinan re mijûl dibin. Em wisa difikirin heke guhertinek di aliyê fikrî de neyê çêkirin, pêşiya van bûyeran nayê girtin. Heke jin di civakê de bizanibe azadî çiye û pîvanê azadiyê çiye, dikare baştir li hemberî pergala desthilatdar a zilam têkoşîn bike û xwe bike îrade. Dema jin xwe nas bike û hêza xwe bizanibe, dikare têkoşîna xwe bi xwe bimeşîne û li hêviya kesî nemîne ku jê re azadiyê bîne. Benda hikûmetê namîne ka dê wê biparêze. Bixwe dikare parastina xwe bike û li hember tundiyê bisekine. Zarokên xwe li gorî civakeke azadîxwaz perwerde bike û ji siya civaka zayendparêz biparêze. Ji ber ku zarok 24 saetan di bin bombebaran îmgeyên zayendî de ne. Heya civak di milê zihnî de şoreşê çêneke, em nikarin bêjin ku ew civak guheriye. Kovar, rojname û di heman demê de gelek xebatên me yên nivîskî hene. Em bi semîner, civîn û perwerdeyan re dixwazin di aliyê fikrî de jinan zane bikin. Di civakekê de heya azadiya jinê pêk neyê, em nikarin bêjin civak azad bûye. Pir caran di gelê me yê Başûr de ev şaşitî derdikeve. Dibêjin hikûmeta me heye; em azad bûne. Ev ji xwe xapandinê wêdetir ne tiştek e. Tu dema li asta azadiya jinê mêze dikî, wê demê fêm dikî civak ji azadiyê dûr e. Em dixwazin ji gelê Başûrê welat re bidin fêmkirin ku ew tişta bi azadî dizanin, ne azadiya rast e.

JI HER CIVAKÎ JIN TEVLI DIBIN

Bi qasî em dizanin rêxistina we di Başûrê welat de akademiyên jinê jî vekiriye. Di serî de mebest ji van navendana çiye û perwerdeyên ku di wan akademiyan de têne dayîn çawan e?

-Navenda akademiya me li Kerkûkê ye. Li wir jî dewreyên me yên perwerdeyê hene. Her dewre bi qasî mehekê didome. Ji bo guhertineke zihnî were çêkirin, perwerde bi giranî teorîk in. Ji her temenê, ji her çînê û beşa civakî jin beşdarî perwerdeyên me dibin. Asteke guhertinê di nav van jinan de çêdibe. Ev jî ji bo em karibin di nava civakê de guhertinê bidin çêkirin dibe bingeheke saxlem. Di heman wextê de ji ber ku jin di aliyê aborî de muhtacê zilam hatine hiştin, di vî milî ve de jî zextek li ser jinê hatiye çêkirin. Ji bo di mijara aborî de jin xwe bikaribe fînanse bike û heya astekê serbixwe bijî, hin perwerdeyên me yên hunerî, destî û behreyî jî hene. Dewreyên cuda cuda jî hene. Lê bi giranî ji bo civakeke ekolojîk, demokratîk û azadiya zayendî were avakirin perwerdeyên fikrî û teorîk têne dayîn. Jinên Başûrê Kurdistanê jî bi elaqeyeke mezin beşdarî perwerdeyan dibin. Ji ber ku di Başûr de jin ji bo azadiyê tî ye. Em mêze bikin ew jinên ku heta zanîngehê dixwînin, dibin siyasetmedar an jî nivîskarin jî ne xwedî îradeyeke serbixwe ne. Li gorî desthilatdaran tev digerin û di çerçoveya ku zilam nîşan dide de dimînin. Di avaniya vê akademiyê de ji bo perwerdekirina zarokan jî beşek heye. Hem di aliyê çandî de, hem di mijarên exlaqî de ji zarokan re perwerde tê dayîn. Di gelek bajêrên din yê Başûr de jî endamên me hene ku bi kar û xebatên perwerdeyan re mijûl dibin.

Li gorî we ji bo di Başûrê Kurdistanê de pirsgirêka jinê çareser bibe, projeyeke çawa pêwîst e. Dikare li başûr çi were kirin?

-Di Başûr de gelek pêdiviya jinê heye ku perwerde bibînin. Di Başûr de ewlehiya jiyana jinê qet tine ye. Zagonên heyî parastina mafê jinê nake. Saziyên mafên mirovan hene, lê rola xwe baş naleyîzin. Ew rola dikeve ser milê wan a di aliyê exlaqî de, pêk nayînin. Divê rêxistinên mafê mirovan serbixwe bin, ji hukûmetê dûr kar bikin. Encax, tu dibînî ku helwesta wan jî wek desthilatan e. Guhertinên ku dixwazin pêk bînin şeklî dimîne. Heya niha kes nedîtiye, saziyên mafê mirovan di Başûr de li hemberî kuştina jinan helwest nîşan dabe.

Di serî de divê li Başûr Kurdistanê de, zagonên heyî yên zilamsalar werin guhertin. Pêwîste guhertineke zagonî çê bibe. Dema ez vê dibêjim, tenê ne zagon werin guhertin, bi guhertina zagonan re mekanîzmaya ku van zagonan bişopîne jî pêwîst e. Elbet tenê guhertina zagonê têre nake. Hukûmet dema mêze dike kuştin di nava malbatê de çêbûye, qet mudaxele nake. Zagon jî şeklî dimînin. Ji bo vê jî divê pêkanîna zagonan, ji aliyê mekanîzmayekê ve were kontrol û amade kirin.

Lê temaş bikin, desthilat bixwe civakê bi rêya madiyatê ve mijûl dike. Dixwazin civakê di aliyê exlaqî de bixin. Jixwe desthilat dixwaze civak bi madiyetê ve mijûl bibe ku bêdeng bimîne. Ji bo ku ew jî bikaribin desthilatdariya xwe berdewam bikin.

PÊWISTÎ BI RÊXITIAN JINÊ HEYE

Bi giştî li gor we jin ji bo di civaka Başûrê Kurdistanê de parastina xwe bike, divê çi bike?

-Di vir de tişta herî girîng bêguman zanebûna jinê ye. Jin niha alîkarî dixwaze. Pêwîst e li her derê rêxistinbûyîna jinê were avakirin. Hêza herî girîng hêza cewherî ye. Hêza cewherî ya jinê rêxistinbûna wê ye. Lê pêdivî bi rêxistinbûnekê heye ku zanebûna zayendî wek bingeha rêgeza xwe bizanibe. Dema jin hêza xwe nas bike, bû xwedî îrade, wê demê dikare di civakê de guhertineke pir mezin çêbike. Şkandina darekî pir hêsan e, lê gelek dar heke bêne gel hev, zû bi zû nayêne şkandin. Ji ber vê jî jin dema piştgiriya hev bike û bi hev re li hemberî zihniyeta baviksalar a zilam têkoşîn bike, dikare darbeyên mezin li vê pergalê bixîne.

Li Başûrê welat, rêxistinên jinê ji ber ku her yek bi partiyekê ve hatine girêdan û di bin kontrola wan de ne û ew partî jî xwedî zihniyeta zilamsalar in, yekgirtina rêxistinên jinan pir zehmet dibe. Me gelek hewl da ji bo yekîtiya rêxistanên jinan pêk bînin, lê kes germ nêz nebû. Jixwe nikarin jî, ji ber dema rêxistineke jinê pişta xwe bide hêzeke derve û bi taybet desthilatdariyê, nikare wek jinê bifikire û bi îradeya serbixwe tev bigere. Encax em bixwe, dikarin ji her olê, çînê, temenê û netewê jinan bînin gel hev û bi hevre li hemberî pergala desthilatdar têkoşîn bikin. Niha xebata me bi giranî li ser vê hîmê ye. Ji bo jinên Başûrê Kurdistanê, tenê rêyek heye; ew jî neçarî azadiyê ne û neçarî rêxistinbûnê ne.

Heya yekîtî di nava jinan de pêk neyê, yekîtiyeke netewî jî pêk nayê. Heya jin azad nebe, civak azad nabe. Divê jin li her çar perçeyên Kurdistanê yekîtiyeke xurt ava bikin, ku pêşerojeke azad diyariya zarokên pêxwas ên welatê me bikin.