Ji Jin ên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê festîvala Şehîd Zîlan

Yekîtiya Jin ên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 30'ê Hezîranê bi navê 'Zîlan' festîvalekê lidar dixe.

Yekîtiya Jin ên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin" festîvalekê lidar dixin.

Festîvala ku bi navê 'Şehîd Zîlan' pêk were, 30'ê Hezîranê wê li herêmên rizgarkirî yên Reqayê destpê bike.

Ji Rêveberiya Jin ên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî li ser mijarê agahî da û diyar kir ku festîval wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were.

Firyal Temî destnîşan kir ku wê bi festîvalê re her wiha nîşan bidin ku ew bi şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê re ne û got, "Ji Reqayê ji qada festîvalê em silavên xwe ji YJA Starê re dişînin, berxwedana wan pîroz dikin."

Firyal Temî herî dawî ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir.