Ji gerîlayên jin li Wan û Dêrsimê çalakî: 2 leşker hatin kuştin

Ji gerîlayên jin li Wan û Dêrsimê çalakî: 2 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên jin ên YJA-Starê berdewam dikin. Di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Payîzavaya Wanê de 2 leşker hatin kuştin û li Dêrsimê rê hat kontrolkirin.

Navenda Çapemeniya YJA-Starê der barê çalakiyên gerîlayên jin ên YJA-Starê de daxuyanî da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Payizava ya Wanê de 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “ Di 30’ê îlonê de di saet 17.30’an de li navçeya Payizavaya Wanê li dijî Qereqola Dimê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. “

Navenda Çapemeniya YJA-Starê da zanîn ku gerîlayan li Dêrsimê rê kontrol kiriye û got; “ Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de di 30’ê îlonê de di navbera saet 14.00-16.00’an de li herêma Tevneşîşê ya di navbear Dersim û Erzinganê ye ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 100 wesayit hatiye rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 3 mamosteyên di polîtîkayên bişaftinê de cîh digrin demkur ji aliyê gerîlayên me hatine binçavkirin û di derbarê polîtîkayên bişaftinê de hatine hişyarkirin. Piştî çalakiyê di saet 17.00’an de li herêmê tevgera helîkotperên skorsky û kobrayan çêbûye.”