Gerîlayên jin ên YJA-Starê l navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî baregehek a leşkerên artêş aTirk çalakiyek li dar xistin.
Navenda Çapemeniya YJA Starê da zanîn ku gerîlayên wan di 17’ê cotmehê de li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî baregehek a leşkerî çalakiyek li dar xistiye û ev agahî da:
“Di 17'ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî baregeheke leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya baregeh û çeperên dijmin bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagiker a tirk li dijî herêma çalakiyê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”