Sara Kaya nehat berdan

Ji bo Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya biryara ‘berdewama dîlgirtina wê’ hat dayîn û nehat berdan.

Hevşaredara navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, 13’ê Çileya 2017’an di ser mala wê de hatibû girtin û hatibû destgîrkirin. Piştî 14 rojan destgîrkirina wê hatibû girtin û qeyyûmê dagirkeriyê li şûna wê hatibû erkdarkirin. Îro rûniştina doza Kaya ya 9’an pêk hat. Rûniştina ku 4. Dadgeha cezayê Giran a Mêrdînê pêk hatî Kaya bi hinceta, “parçekirina yekîtî û yekparebûna dewletê” dihat darizandin, bi riya SEGBÎS’ê tevlî dadgehê bû. Di rûniştina Kaya de , ligel parêzer, parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebrû Gunay û Pero Dundar û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê tevlî bûn.

DOZGERIYÊ MUEBET XWEST

Di rûniştina Kaya ku bi cezayê muebetê tê darizandin parêzer Kamuran Tanhan jî di derbarê esasê doznamê de dem xwest ku parastina xwe amade bike. Tanhan li ser sûcdariyên li ser muwekîla xwe hatî kirin jî rawestiya û got, “ji bo ku muwekîla min bê cezakirin di dozyayê de delîlên têr û bes nîn in” ji sala 2016’an pêde ev delîl hatine berhevkirin. Delîlên li dijî hiqûqê hatine çêkirin.”

KAYA: QAYMEQAM SEYARE XWESTIN

Kaya, di parastina xwe de angaşta ‘seyareyên şaredariyê radestî rêxistinê kirine’ red kirin û  got, “min li ser daxwaza qaymeqamtiyê seyare şandibûn. Ez,  ji bo ku şaredar im îro li vir im û têm darizandin. Çima qaymeqamê seyare ji min xwestî nayê darizandin? Heke min neşandibûya îro jî wê ji bo ku min neşandine bihatama darizandin. Qemyon hatiye desteserkirin, ev ne sûcê min e.”

Dadgehê piştî rûniştinê biryara ‘berdewama dîlgirtina’ Kaya da û dadgeh taloqî 7’ê Çileya 2019’an kir.