Ji bo RJAK'iyên ku PDK'ê ew revandine kampanya
Aktivistên jin û nûçeginan ji bo 3 endamên RJAK'ê ku PDK'ê ew revandine kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.
Aktivistên jin û nûçeginan ji bo 3 endamên RJAK'ê ku PDK'ê ew revandine kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.
Ji bo endam û rêveberên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), ji aliyê komek aktivîstên jin û rojnamevanan ve kampanyayek îmzeyan hate destpêkirin. Banga tevlîbûnê li her kesî hatekirin.
Ji bo salvegera 7'an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, diketin Hewlêrê hêzên bi ser PDK'ê ve ew revandin.
Ev deh roj in kesek nizane bê ka endamên RJAK'ê li kû ne, çi bi serê wan hatiye.
Komek aktivîstên jin û rojnamevan ji bo azadiya endamên RJAK’ê ên ji aliyê PDK’ê vehatine revandin, kampanyayek ragihandin.
Li ser navê koma aktivîst û rojnamevanan daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman, raya giştî û hemû aliyên pewndîdar hate şandin û belavkirin.
Di daxwaznameyê de tê gotin; “Em ji bo azadiya 3 aktivîstên jin ên RJAK’ê kampanyayek îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê ku xwe berpirs dibîne û dijî tundûtujiyê disekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe bavêje. RJAK rêxistinek fermiye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK dijî tundûtujî, kuştina jinan û dijî dagirkeriyê, ji bo civakek azad û demokrat kar dike.”