Ji bo piştgirîkirina grevan li Hannoverê çalakî

Li bajarê Hannover ê Elmanmyayê jinan ji bo balê bikişînin ser çalakiyên grevên biçîbûnê çalakiyek kirin.

Ji bo balkişandina ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên bi heman armancê hatine destpêkirin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Ronahî çalakiyek kirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ve hate kirin li semta Langenhagenê hate kirin. Bal hate kişandisa ser bêdengiya Elmanya û Ewropa ya li dijî çalakiyên grevên biçîbûnê û hate destnîşankirin ku Leyla Guven a 65 roj e di grevê de ye li ber sînorê mirinê ye.