Ji bo nûçeyên şîddeta zayendî arşîveke dîtbarî hate vekirin

​​​​​​​Komeleya Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Zayendî (CŞMD) ji bo nûçeyên şîddeta zayendî arşîva xwe ya dîtbarî vekir.

Komeleya Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Zayendî (CŞMD) ji bo nûçeyên şîddeta zayendî, arşîva xwe ya dîtbarî ya https://csgorselarsiv.org/ vekir.

CŞMD’ê diyar kir ku wêneyên dîtbarî yên temsîlî yên nûçeyên li ser jinan hindik e û baweriyên şaş ên derbarê şîddeta zayedî ji nû ve ava dike.

Di daxuyaniya komeleyê de hate diyarkirin ku wêneyên di nûçeyan de li ser mafê kesên mexdûr nayê sekinandin, divê şîddeta pêk hatiye têkeve ser milê kesê şîddet kiriye, di nûçeyan de divê agahiyên zelal ji civakê re were pêşkêşkirin, divê wêneyên wê kesên şîddet li ser wan hatiye kirin fedî bikin û bi tenê bimînin, neyê bikaranîn.

Ji ser navnîşana https://csgorselarsiv.org/ mirov dikare têkeve malpera arşîva dîtbarî. Ji bo daxistina wêne divê mirov bibe endam û kesên endam wê karibin wêneyan li malperê zêde bikin.