Ji bo jinên Şengalî Komxebat tê çêkirin
Di salvegera 5'an de ya Fermana 73'an, bi dirûşma, ''Berevaniya li rûmeta jinên Şengalî, berevaniya li hebûna jinê ye'', Komxebata Jinên Şengalî tê kirin.
Di salvegera 5'an de ya Fermana 73'an, bi dirûşma, ''Berevaniya li rûmeta jinên Şengalî, berevaniya li hebûna jinê ye'', Komxebata Jinên Şengalî tê kirin.
Salvegera 5'an a qirkirina li Şengalê ya 3'yê Tebaxa 2014'an ku bi destê DAÎŞ'ê pêk hatî, li Hêwana Zana a li Qamişlo ji Komxebata Jinên Şengalî tê çêkirin.
125 delegeyên ji endamên saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyên jinan ên ku ji Şengalê hatin, şervanên YPJ'ê û YJŞ'ê jî li komxebatê hazir in.
Destpêka Komxebatê Berdevka Kongra Star Evîn Siwêde axivî û got, ''Ev roja ku li ser jinên Şengalê sûcên gemarî hatin kirin û êşên mezin jiyan, ji bo hemû cîhanê rojeke tarî ye.''
Siwêd got, ''YPJ'ê gelek jinên Êzîdî rizgar kirin û jinan ji bo ku 3'yê Tebaxê dîsa dubare nebe, rêxistiniya xwe kirin û hêza xwe ya leşkerî danîn.''
Li Komxebatê wê mijara dîroka Şengalê, rolsa jinên Şengalê û sedemên êrîşa li ser Şengalê, rola şervanên YPJ'ê û YJŞ'ê ya di rizgarkirina jinên Êzîdî de û rêxistniya jinan a ji bo dubarenebûna qirkirina 2014'an, xebatên jinan ên li Şengalê û astengiyên li ber jinan wê werin gotebêjkirin.