Ji bo Ertaş a YPJ’yî li Wanê mewlûd hate dayîn

Ji bo Zehra Betûr Ertaş a ku di encama êrîşa dewlata Tirk a 25’ê Nîsanê ya li ser Çiyayê Qereçoxê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.

Îro ji bo Zehra Betûr Ertaş a ku di encama êrîşa hewayî ya dewlata Tirk a 25’ê Nîsanê ya li ser Rojava Çiyayê Qereçoxê de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Karşiyaka ya Wanê mewlûd hate dayîn. Rêxistina HDP’ê û DBP’ê ya Wanê jî beşdarî mewlûdê bûn.

Bavê Zîlan Roj a YPJ’yî Esat Ertaş, spasiya her kesê ku başdarî mewlûdê bûne kir û got: “Serê hemû gelê Kurd û gelê mezlûm sax be.”