Ji bo bibîranîna jinên hatine qetilkirin pêşangeh hate vekirin

Li Wanê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de ji bo bibîranîna jinên ku hatine qetilkirin, pêşangeha wêneyan hate vekirin û sînevîzyon hate nîşandan.

Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê didome, yên ku Platforma Jinan a Ah Tamarayê li dar dixe. Di çalakiyan de li Şaxa KESK’ê ya Wanê pêşangeha wêneyan hate vekirin û sînevîzyon hate nîşandan. Hevşaredara Edremîtê Rojbîn Sevîl  Çetîn a ku qeyûm li şûna wê hatiye peywirdarkirin, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, çalakvanên TJA’yê û dayîkên aştiyê tevlî çalakiyê bûn.

Di pêşangehê de çîrokên jinan tê vegotin ên ku ji aliyê hevser û xizmên xwe hatine qetilkirin. Têkildarî qetilkirina jinan a ku bi destê kê, li ku û ji aliyê kê hatine qetilkirin jî sînevîzyon hate nîşandan.