'Ji bo azadiya Ocalan em li vir in'

'Ji bo azadiya Ocalan em li vir in'

Jina Misirî Farah Barqawî di 1'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navendê xwest ku li dijî Despotizm û paşverûbûnê şer bikin û wiha got: "Dîrok ji nûv tê nivîsandin. Divê em li hemberî hemû tundiyê di ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin." Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelek welatan jin hatine kom bûne û ew bi vê yekê pir kêfxweş in û wiha got: "Birêz Ocalan zilam e. lê gelek keda wî di ber azadiya jina kurd de çêbûye." 

1'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn ku di Pêşengiya Jina Azad û Demokratîk (DOKH) de li Amedê pêk hat di roja 3'emîn de berdewam dike. Jinen Rojhilata Navîn, îmze avêtin kampanya ku Civata Hemwelatiyên Azad a Herêma Federal a Kurdistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û azadiya Ocalan xwestin. Di konferansê de Jina Herêma Federal a Kurdistanê Viyan Suleyman, diyar kir ku hemû jinên kurd li welatên ku lê dijîn bi rêhevalên xwe yên zilam re mil didin mil û şer dikin û wiha got: "Jin wekî rêhevalên xwe Yên mêr tên qetilkirin perçekirin û birîndarkirin û wiha got: "Başûrê Kurdistanê azadiya xwe bi dest xist. Dest bi hukûmetak sivîl kir. Jinên kurd hem di nava şer de jî cih girt û hem jî di nava rêveberiyasiyasî de jî cih girt. Jina li kurdistanê bi xêristin e û di nava şer de mezin bûye. Di encama tekoşîn û hewldanê de gihiştiye vê astê. Divê li Rojhilata navîn aştî, wekhevî û edaletd serdest be. Li Rojhilata navîn dê gelê bindest mafê xwe bi dest bixe." 

Jina Misirî Farah Barqawî jî anî ziman ku jinên kurd firseta jiyana dîrokî bi dest xistine û wiha got: "Ez ji ber vê hewldana jina kurd spas dikim. Li Rojhilata Navîn nêzi 2 salin şoreş pêk tê. Divê em her tim li dijî Despotizm û paşverûbûnê şer bikin. Divê em dîrokê ji nûve binivîsin. Di vê qadê de hemû jinên ku têkoşîna li dijî destpotîzm û kevnepeperistiyê şer dikin silav dikin. Em di civatek wisa de dijîn em wekî heram tên dîtin. Em li hemberî vê yekê dê şer bikin û vê yekê qebûl nakin. Em ji bo ewlehiya jinê û ji bo jin wekî mirovan bijîn têkokşînê didin." 

Jina Misirî Karima Ali Hefnawy, jî diyar kir ku li Misirê şoreş berdewam dike û wiha got: "Em ji bo Rûmeta Mirov û edaleta civakî rizgariya jinê û Azadiya Ocalan li vir in. Em ji bo van daxwazan şer dikin. Em li dijî rêveberiya kevnar şer dikin. Birêz Sakine digot 'teslimiyet îxanet e" Raberîn pir alî ye. Divê li hemberî hemû pirsgirêkan mirov di ber xwe bidne û çaresekiyê ava bike. Berê jî min di nava 3 konferansan de cih girt. Me di van konferansa de xebata hevpar û rêxistina hevpar wekî pêşniyarek girîng dît. Divê aliyên hevpar bên niqaşkirin û pêşxistin. Divê em dijî metingerya emperyalîst têkoşînê bidin. Em azad in. Em berxwedêr in û em dê bigêjin armanca xwe."

Jina ku ji California hat a bi navê Minoo Muallem jî diyar kir ku li zanîngeha Californiayê li ser mijara "Zayenda Civakî û xebatên jinê" lêkolîn kiriye û wiha got: "Em bi dersên zayenda civakî bibin xwedî lîteratura navneteweyî. Di arşîvên ku hat xwestin ziman û navê jinê tune bike de em dê ji nûve avê jinê û zimanê jinê ava bikin. 

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, jî ani ziman ku li hemû welatan pirsgirêkên jinê nêzî hevin û wiha got: "Divê em baş pirsgirêkan tahlîl bikin û li hemberî wê têkoşîna çareseriyê bidin meşandin. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelek welatan jin hatine kom bûne û ew bi vê yekê pir kêfxweş in. Birêz Ocalan zilam e. lê gelek keda wî di ber azadiya jina kurd de çêbûye. Ji bo azadiya Birêz Ocalan gelek jin hatine li welatê me kom bûne. Vê yekê em kêfxweş kirine. Birêz Ocalan dibêje 'Projeya min a herî girîng projeya Azadiya Jinê ye. Birêz Ocalan ji bo xwe azadiya jinê esas digire. Em wekî jinên kurd ji Birêz Ocalan hez dikin û hevalên wî yên jin in. Em ji bo Birêz Ocalan û hemû jinên cihanê têkoşîna azadiyê didin." Tugluk, da zanîn ku mafê wan di siniya zîv û zêr de nedan wan û wen bi têkoşîna xwe mafê xwe bi dest xist. Tugluk, anî ziman ku wan Bîrdoziya Rizgariya Jinê ava kir û tekoşîna Sakine ji bo wan bûye sembol.