BI DÎMEN

'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em ê hîn bêhtir têbikoşin'

Dr. Beppe Savary-Borioli li paneleke li Bellinzonayê axivî û got, "Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelan hemûyan aktorekî girîng e û divê azad bibe. Ji bo vê jî em tê hîn bêhtir têbikoşin."

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakî têne lidarxistin. Li bajarê Bellinzona yê kantona Ticino ya Swîsreyê ku zimanê xwe Îtalî ye, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ticinoyê panelek hate lidarxistin.

Serokê Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê' Dr. Beppe Savary-Borioli, Serokê Komeleya Çandê ya Punto Rosso ya Îtalyayê Roberti Mapelli, bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ticinoyê Ahmet Yaman weke axaftvan tevlî bûn.

Dr. Beppe Savary-Borioli destpêkê li panelê axivî.

'JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN EM Ê HÎN BÊHTIR TÊBIKOŞIN'

Dr. Savary anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelan hemûyan lîderekî girîng e. Dr. Savary diyar kir ku ji bo kampanya azadiyê bi ser bikeve divê ew hîn bêhtir bixebitin û got, "Ji bo azadiya Ocalan beriya salekê kampanyayek hate destpêkirin. Ji bo ev kampanya bi ser bikeve pêwîstî hîn bêhtir bi hewldanan heye. Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime em kêlî bi kêlî dişopînin. Rêya rizgariya ji vî şerî paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan e. Bi rêya vê paradîgmayê gel bêyî hevdu bikujin di nava aştiyê de dikarin bi hev re bijîn. Kurd li Rojhilata Navîn xwedî tevgereke şoreşger e. Ocalan beriya bi salan bûyerên niha diqewimin pêşdîtina wan kiribû. Çareserî jî di nava paradîgmaya Ocalan de ye. Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo gelan hemûyan aktorekî girîng e û divê di dema herî nêz de azad bibe. Ji bo azadiya wî jî em ê hîn bêhtir têbikoşin."

Roberto Mapelli jî bal kişand ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê û got, "Ocalan hînî me jî, hînî civakên Ewropayê jî dike."

Mapelli, Abdullah Ocalan weke lîderekî welê pênase kir ku pêşdîtina paşerojê dike û bi dewamî got, "Fikrên Ocalan ên li ser mijara azadiya jinê gelekî girîng e. Têkoşîna ku li Rojava li dijî DAÎŞ'ê hate kirin divê ji her kesî re bê vegotin."

Mapelli jinên Kurd ên li Rojava têdikoşin weke mînak nîşan da û fikrên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê û ekolojiyê destnîşan kir. Mapelli got, "Divê fikrên Ocalan li her derê bêne belavkirin. Tecrîda demdirêj a li ser wî divê tavilê bi dawî bibe. Ji bo vê jî girîng e têkoşîn bê mezinkirin."

'DIVÊ EM ÇALAKIYÊN XURT BIKIN'

Ahmet Yaman jî li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandineke berfireh kir.

Yaman diyar kir ku pêngava azadiyê girîng e û got, "Kampanya ji bo Rêber Apo hate destpêkirin salek li pey xwe hişt. Çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Ev girîng e, lê belê van çalakiyan nekarîn azadiyê pêk bînin. Di dema nû de ji bo kampanya bi ser bikeve divê em çalakiyên hîn xurt lidar bixin."

Panel piştî pirs û bersivê bi dirûşma 'Viva Ocalan, Viva Kurdistan' bi dawî bû.