Di civîna YE’yê de ji bo lezandina dersînorkirinan banga qanûneke nû hat kirin

Li Brukselê roja Pêncşemê 27 welatên endam di civîna Ewropayê de civiyan û xwestin qanûnek ji bo lezandina dersînorkirina penaberan were derxistin.

Di danezana dawî ya civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) de welatên endam gotin, "Konseya Ewropayê ji bo ji Yekîtiya Ewropayê veger hêsantir û bileztir çêbibin, di her astê de banga çalakiya biryardar dike." 

Welatên endam bang li Komîsyona Ewropayê kirin ku "pêşniyareke qanûndanînê ya nû" di dema herî nêz de pêşkêş bike. 

Seroka Komîsyonê Ûrsûla von der Leyen roja Duşemê diyar kir ku hê dem ji bo pêşniyara qanûndanînê ya nû nehatiye diyarkirin. Di dema bihurî de welatên endam li ser mijara şandina penaberan ji bo welatên sêyemîn nîqaş kiribûn, lê belê ev pêşniyar rastî nîqaşan hatibû.

PEYMANA BI NÎQAŞ A ÎTALYAYÊ

Serokwezîrê rastgirên tund ê Îtalyayê Gîorgîa Melonî ji bo qebûlkirina penaberan li Albanya peymanek îmze kir, lê belê ev peyman rastî helwesteke bi mesafe ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Şansolye Elman Olaf Scholz ve hat. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku yek ji van navendan 'ti pirsgirêkan çareser nakin'.

PAKETA KOÇ Û PENABERIYÊ

YE’yê, di bin navê Paketa Koçberî û Penaberiyê de ku di meha Gulanê de hat qebûlkirin û tê payîn ku di nîvê sala 2026'an de bikeve meriyetê, kontrola sînoran û mekanîzmayên hevgirtinê yên ji bo penaberiyê pêşbîn dike. Elmanya, Fransa û Spanya diyar dikin ku divê ev vesazkirin bên lezandin.