Ji bo Aysel Tûglûk 1000 Jin: Hiqûqa dijmin di meriyetê de ye

Koma kampanyaya “Ji bo Aysel Tûglûk 1000 Jin” diyar kir ku hiqûqa dijmin di dewrê de ye û got divê Tûglûk demildest serbest bê berdan.

Koma kampanyaya "Ji bo Aysel Tûglûk 1000 jin", derbarê kampanyaya ku ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandraya Kocaeliyê de ye û bi nexweşiya demansê ye dabûn destpêkirin de li Pasaja Aznavur a li Beyoguya Stenbolê li eywana Karşi Sanatê civîna çapemeniyê li dar xist.

Civîna ku gelek kesên di kampanyayê de cih girtin tevlibûn, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, bi sedan hiqûqknas û parêstvanên mafên mirovan jî amade bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin, "Nameyên ku ji Ayselê re hatine şandin" û dowîzên "Bêyî derengmayînê ji Aysel Tûglûk re edalet" hatin daliqandin.

Di civînê de Rojnamevan Gulsen Yuksel, li ser rewşa Ayselê ya dawîn û daxwazên malbata wê, parêzera OHD'ê Elîf Taşdogen, pêvajoya beriya Aysel nexweş bikeve û ya piştî wê ya hiqûqî, Bijîşk Emel Gokmen li ser nexweşiya demansê, Bijîşk Yeşîm Îşlegen li ser nêzîkatiye li hemberî nexweşan û pêvajoya li girtîgehê, Bijîşk Pinar Sarp, li ser pirsigirêkên di warê tendirustiyê û pêvajoya dermankirinê li girtîgehan, Lîstikvan Denîz Turkalî jî li ser daxwazên di çarçoveya kampanyayê de axivî.