Ji bo 2 jinên hatin kuştin li Aachenê çalakî hate lidarxistin

Jinan li Aachenê ji bo hevzayendên xwe yên ku hatin kuştin çalakî kirin

Li Elmanya Achenê ji bo du jinên ku li heman taxê 1 û 3’yê Kanûnê hatin kuştin mîtîngek hate kirin.

Mîtînga protestoyê ji hêla Meclîsa Jinan a Denîz Firatê ve hate organîzkiirin, Elmanya YJKE, UTAMARA Navenda Pevcivîna Jinan û Aachen Fraûen Helfen Frauenê destek da mîtingê. Mîtîng li meydana Frîedrîch Wîllhelmê dest pê kir.

Jinan di çalakiyê de pankarta ‘Sûcên li dijî jinê polîtîk in, çareserî demokrasî ye’ vekirin.

‘EM Ê DOZÊ BIŞOPÎNIN’

Di mîtîngê de Nûnera Meclîsa Jinan a Deniz Firatê axivî û got Nûran a ku hatî kuştin 40 salî bûye, diya sê zarokan bûye û gelek caran gilih li cem polîsan kiriye ku hevserê wê tehdeyê lê dike dawiyê ji hêla hevserê wê ve hatiye kuştin, nûnera Meclîsa Jinan her wiha diyar kir ku jina dî jî ya ku hatî kuştin 34 salî bûye û diya zarokekî bûye û ji hêla hevserê wê ve hatiye kuştin.

Nûnera Meclîsa Jinan a Deniz Firatê got kujerê Nuran hatiye girtin lê kujerê dî nehatiye girtin û diyar kir ku ew ê doza du jinan jî bişopînin û li cenazeyên wan xwedî derkevin.

‘YASA TÊRÊ NAKIN, DIVÊ EM TÊKOŞÎNA HEVPAR GEŞ BIKIN’

Li ser navê UTAMARA, Navenda Pevcivîna Jinan jî axaftinek hate kirin û hate gotin, du jin ji bo ku xwestine li ser jiyana xwe biryarê bidin hatin kuştin û li dinyayê ji ber hişmendiya zilamserweriyê tundiya li ser jinê li dinyayê û Elmanyayê her roj zêde dibe, yasayên Elmanya jinan naparêzin û herî dawî got, ‘’Li dijî her cure tundiya li ser jinê divê em jin têkoşîna hevpar geş bikin.’’

‘LI ELMANYA HER ROJ JIN TÊNE KUŞTIN, GEF LI WAN TÊ XWARIN’

Li ser navê Achen Frauen Helfen Frauen jî Angelîka Gey axivî û got, komkujiya li ser jinê li hemû dinyayê heye, li Elmanyayê jî heye û got li gel yasayên parastinê jî li Elmanya jiyana jinan ne di mîsogeriyê de ye.