Ji ber stranên Kurdî û govendê ceza li 51 jinên girtî hate birîn

Ji ber stran û govenda bi Kurdî ceza li 51 girtiyên jin ên di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de hate birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê siyasetmedar Ayla Akat jî di nav de ji ber stran û govenda bi Kurdî ceza li 51 girtiyên jin ên di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de hate birîn. Derbarê 51 jinan bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine û bi Kurdî strane, lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin.

Ji ber lêpirsînê berdana Hanim Yildirim, Jiyan Ateş û Rojdan Erez jî hate astengkirin.

Di rûniştinê de ya li hakîmtiya înfazê Dîlber Tanrikûlû got “Em Kurd in. Em werin kuştin û ceza li me were birîn jî zimanê me yê zikmakî Kurdî ye.”

Ayla Akat Ata jî diyar kir wê rojê sloganên ‘Bijî Serok’û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kiriye û got “Min berê jî ev slogan berz dikin. Ez bawer dikim ku wê pêvajoyeke çareseriyê pêk were û ew ê tevkariya Abdullah Ocalan li vê pêvajoyê bibe.”

Heke Hakîmtiya Înfazê cezayê li ser 51 jinan betal neke wê serî li Dadgeha Cezayê Giran were xistin.