‘Ji ber kuştina jinan divê Erdogan were darizandin’

Di çarçoveya kampanya ‘100 îmze ji bo 100 sedem’ ya li Silêmanî hatî destpêkirin di nava 3 rojan de 200 hezar îmze hatin komkirin. Îmze bi mebesta darizandina Erdogan ya ji ber kuştina jinan hat komkirin.

Kampanya ‘100 îmze ji bo 100 sedem’ ya ku Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dabû destpêkirin li Başûrê Kurdistanê jî tê birêvebirin. Di nava tenê 3 rojan de li Silêmanî bi armanca darizandina Erdogan ya ji ber destdirêjî û kuştina jinan li Bakurê Kurdistan û beşên din 200 hezar îmze hatin komkirin.

Di derbarê kampanyayê de îro endama Rêverberiya Kampanyayê Banû Helebceyî civînek çapemeniyê lidarixist û di civînê de qala armanca kampanyayê kir.

Helebceyî ragihand: “Dewleta Tirk û serokê wê Erdogan bi kuştin û destdirêjîkirina li ser jinan ve tê tawanbarkirin. Ji ber wê ew kampanya ku Tevgera Jinên Kurd ya li Ewropayê bi mebesta komkirina îmzeyan destpêkiriye da ku bi rêya wan îmzeyan Netewên Yekbûyî û Dadgeha Lahe dozê li Tirkiye û Erdogan veke. Em piştgiriyê didin wê kampanyayê.”

Her wiha Helebceyî bal kişande ser wan sûcên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistan, Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî li hemberî jinan pêkaniye û wiha pêde çû: “Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê jinên Kurd direvînin û destdirêjiya wan dikin, li Bakurê Kurdistanê jî bi heman rengî leşkerên Tirk jinên Kurd qetildikin û destdirêjiya wan dikin.”